500 hezar mamoste divên

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 22 Îlon 2022 - 22:06

  • Hevserokê MED- DER’ê Rifat Ronî diyar kir ku elaqeyeke zêde ji bo kursên Kurdî heye û got, lewma wan dema qeydan dirêj kiriye. 

MEHMET GULEŞ / MA/AMED

Di sala 2017’an de li Amedê Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) hat avakirin û li hemberî polîtîkayên bişaftinê dest bi perwerdeya zimanê Kurdî kir. Ji roja ku MED-DER hatiye avakirin heta niha, gelek atolye û kursên zimên li dar xistine. Kursên komeleyê hê jî didomin. 

Hevserokê MED- DER’ê Rifat Ronî diyar kir ku elaqeyeke zêde ji bo kursên Kurdî heye û got, lewma wan dema qeydan dirêj kiriye. Hevsorakê MED-DER’ê Rifat Ronî li dijî polîtîkayên bişaftin û li ser xebatên kursên MED-DER'ê jî axivî.

Ronî, di destpêkê de bal bire ser polîtîkayên bişaftinê û got, “Ji roja ku komar hatiye avakirin heta îro, sed sal derbas bûne. Di vê sedsalê de bi milyonan Kurd her tim ji mafên xwe yên ziman bêpar hatine hiştin. Her tim zimanê Tirkî li ser Kurdan hatiye ferzkirin." Ronî bilêv kir ku li vî welatî ji bo perwerdehiya zimanê Tirkî milyonek û 500 hezar mamoste hatine peywirdarkirin û wiha dewam kir: "Lê mixabin bi milyonan zorakên Kurd jî hene. Lê ji bo heyama perwerdehiyê ya sala 2022-2023’yan tenê 2 mamoste hatine peywirdarkirin. Di dîroka komara dewleta Tirk de, heta niha ji bo bi milyonan Kurdan tenê 79 mamoste hatine wezîfedarkirin. Di şert û mercên demokratik û wekheviyê de diviya 500 hezar mamoste bihatana peywirdarkirin."

Rifat Ronî bi bîr xist ku di dema Rewşa Awarte de ku ji aliyê desthilatdariya Tirkiyeyê ve hatiye îlankirin, gelek saziyên ziman hatine girtin û têkildarê mijarê jî got, “Armanca MED-DER’ê jî ew e ku pêşî li ber polîtîkayên dewletê yên bişaftinê bigire. Bi sedan kesî miracaetî komeleyê kir. Perwerdeyên me online û rû bi  rû pêk hatin. Di encama kursan de 400 kesî belgeyên xwe yên serketinê wergirtin. Ji bo kursên Îlonê miracaetê di Tîrmehê de dest pê kir. Lê ji ber ku elaqe zêde bû, me dema miracaetê dirêj kir.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.