50 hezar peyvên Kurdî û Elmanî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 24 Sibat 2022 - 11:10

  • Ferhenga bi Kurdî û Elmanî ji 700 rûpelî pêk tê û ji aliyê weşanên YMK ve hatiye çapkirin.

MURAT MANG

 

Mamoste û endamên Yekîtiya Mamosteyên Kurd ya Ewrupa (YMK) Abdulqadir Ulumaskan û Cahît Kaplan xebateke giranbuha bi rêve birine û ferhengeka ku ji 50 hezar peyvên Kurdî û Elmanî pêk tê hazir kirine. Ferhenga bi Kurdî û Elmanî ji 700 rûpelî pêk tê û ji aliyê weşanên YMK ve hatiye çapkirin. Her wiha redaksiyona ferhengê ya Elmanî Dagmar Kaplan û ya Kurdî jî Rêzan Demir kiriye.

 

Ferhengeka standart û pratîk

Mamoste Ulumaskan bi bîr xist ku ji bo mirov karibin bi Elmanî û Kurdî baş hîn bibin pêdiviyek di vî warî de hebû û ew jî hewldane vê kêmasiyê ji holê rakin. Ulumaskan got ku ferhenga nû ji 3 ferhengên berê yên ku wan amade kiriye cudatire û wiha pê de çû, “Armanca me ew bû ku em li gor her du zimanan ferhengeke hinekî standart û pratîk amade bikin. Her wiha me xwest ji bo bikaranîna pêdiviyên rojane tiştekî guncav hazir bikin.”

Keda zimanzanan bibîrtînin

Ji bilî pêşgotina ku ji aliyê her du mamosteyan ve hatiye nivîsandin di ferhengê de cî dane zimanzanên bi nav û deng yên li ser Kurdî xebitîne û her wiha behsa dîroka zimanê Kurdî jî hatiye kirin. Zimanzanên weke Maurizio Garzanî (Italî), August Kosciesza Zaba (Rusî), Dr. Ferdinand Justi (Elman), Ely Banister Soane û C.J. Edmond (Ingiliz), Prof. Dr. I.O. Farizov (Ermenî) hatine bîranîn û xebatên Celadet Ali Bedirxan, Qenatê Kurdo, Dr. Kamuran Bedirxan yên di vî warî de jî nehatine jibîrkirin.

Pêdivî bi xebateke berfirehtir hebû

Her du mamosteyên ku ferhengê hazir kirine dibêjin, “Bi demê re me dît ku ferhengên berê weke naverok êdî têrê nakin û pêdiviyan bi cî naynin. Ji lewma me xwest xebateke berfirehtir pêş bixin. Hin rexne û pêşniyazên li ser ferhengên berê hebûn û me bi xwe jî hin kêmasiyan tespît kiribû. Her wiha me xwest hin peyvên Kurdî yên ku belavbûne û niha ber bi standarbûnê ve diçin jî li ferhengê zêde bikin.”

Bi hêviya bingeheke baş saz bike 

Ulumaskan û Kaplan ji bo vê xebatê spasîya xwe ji bo Civaka Kurd ya Elmanya her wiha sazîyên wek Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpa (YMK) Sendîqaya Perwerde û Zanistê (GEW), dikin. Wekî din keda Serokê Enstîtûya Kurd Fevzi Ozmen, Dagmar Kaplan, Rêzan Hesinkar, Bilge Sumer ya ji bo vê xebatê tînin ziman. Ji bo ferhengê jî hêviyên xwe wiha anîn ziman, “Em bi hêvî ne ku ferhenga ‘Kurdî-Elmanî û Elmanî Kurdî’ ji bo kesên dixwazin fêrî her du zimanan bibin bibe bingeheke baş. Bi hêviya zimanên wan pêş bixe û wan hînî peyvên nû bike.”

Di ferhengê de babetên pevyên her du zimanan wek navdêr, zayend, lêker, rengdêr, daçek, hoker û hwd. hatine diyarkirin. Dîsa alfabe û kurte rêzimana Kurdî û Elmanî, lêkerên Elmanî yên bêrêzik û navê bajarên Kurdistanê jî di ferhengê de hene. Derbarê bikaranîna ferhengê de jî di destpêkê de agahî hene.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.