5 hezar dîmenên zimanî 

Nûçeyên Çand/Huner

În 14 Gulan 2021 - 03:51

  • Hevseroka MED-DER´ê: Divê em xebatên xwe mezintir bikin. Bêguman pêşengiya vê jî dê jinên Kurd bikin. Têkoşîna herî mezin ji bo me ziman e. Heke ziman nebe çiqas kar û xebat bêne meşandin jî bingehê civakê lawaz dimîne.

Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan balê dibe ser bernameya xwe ya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û dibêje: “Di çarçoveya bernameyan de em ê bi zimanê kurdî 5 hezar dîmenên jinan ên balkêş biweşînin.”
Di 15'ê Gulana 1932’yan de Celadet Alî Bedirxan li paytexta Sûriyê Şamê, hejmara 1´ê ya Kovara Hawarê weşand. Kovara Hawar, yekem kovar e ku  bi zimanê Kurdî û bi tîpên latînî weşan kiriye. Ji bo bibîranîna vê rojê, ji 2006'an ve, 15'ê Gulanê bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) wek Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. 
Şîlan ji bo girîngiya Cejna Zimanê Kurdî dibêje, “15’ê Gulanê ji bo neteweya Kurd rojeke pîroz e. Bipêşketina ziman di heman demê de bipêşketina neteweyekê ye. Ji ber vê di 15’ê Gulanê de kela canê me gelekî radibe. Çiqas ji ber pandemiyê qedexe hebin jî em ê dîsa bi bername û çalakiyên cûbicûr  vê rojê pîroz bikin.”
 

Alfabeyê hînî zarokan dikin

Şîlan di dewama axaftina xwe de wiha agahiyan li ser çalakiyên xwe dide: “Bi minasebeta  rojê em ê ji bo nivîskarên jin ên Kurd spasnameyan bişînin. Xebata me ya li ser vê hê dewam dike.  Her wiha em ê bi figûrên kurdewarî dîmenekî amade bikin. Dû re em ê ji Parlamena Ewrûpayê re qertekê bi minasebeta 15’ê Gulanê bişînin. Em ê li Botan, Amed û Serhedê ji bo jinan şahiyan li dar bixin. Di heman demê de bernameyeke me ji bo zarokan jî heye. Em ê li 3 gundan bi zarokan re werin gel hev û di çarçoveya zimanê dayikê de hin bernameyan li dar bixin. Em ê bi van çalakiyan  alfabeya Kurdî bi zarokên kurd bidin naskirin.”
 
Paşerojê bi Kurdî ava dikin

Şîlan dibêje, ew ê 5 hezar dîmenan ji bo jinan di 15'ê Gulanê de biweşînin: “Çalakiya me ya ji bo 15’ê Gulanê herî girîng ew e ku em dixwazin bi Kurdî 5 hezar dîmenên jinan biweşînin. Em wek jin dibêjin, em ê hebûn û dîroka xwe bi zimanê xwe ragihînin û binivîsin. Paşeroja xwe em ê bi Kurdî ava bikin. Em ê xebatên xwe yên li Bakurê Kurdistanê, li her çar parçeyên Kurdîstanê û li Ewrûpayê bidin meşandin. Me xwest jinên ku li wan deran bi Kurdî re têkildar in, 5 hezar dîmenên ji helbest, çîrok, henek û gotinên Kurdî wek spot bigirin û bi çapemeniyê re parve bikin. Ji Amed, Serhed, Cizîr, Botanê heta bi Rojava, Rojhîlatê, Başûrê Kurdistanê û Ewrûpayê, em li benda dîmenên her kesî ne. Lê divê em xebatên xwe yên di vê çarçoveyê de mezintir bikin. Bêguman pêşengiya vê jî dê jinên Kurd bikin. Têkoşîna herî mezin ji bo me ziman e. Heke ziman nebe çiqas kar û xebat bêne meşandin jî bingehê civakê lawaz dimîne.”
 
Xwedî derketina kampanyayê divê 

Şîlan di dawiya de dibêje, “Kar û xebatên me yên li ser kampanyaya ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî hê jî didome. Li her bajarî komisyona ji bo vê kampanyayê hatiye avakirin. Ev kampanya pêngaveke gelekî girîng e. Divê xwedî li ziman û kampanyayê bê derketin.”

JINHA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.