- Marcella Pace, mamosteyê dibistana seretayî ye. Lê ew her tim bi astronomiyê ve mijûl e û bala wê pirr li ser stêrk, heyv û fezayê ye.
Marcella Pace, mamosteyê dibistana seretayî ye. Lê ew her tim bi astronomiyê ve mijûl e û bala wê pirr li ser stêrk, heyv û fezayê ye. Ev eleqeya wê kir ku wêneyên astronomîk bigire. Bi demê re ew di vî warî de xwe pêş xist û bû wênegireke profesyonel ya astronomiyê. Heta NASA piştî demekê wêneyên wê “Weneyê rojê yê astronomiyê” hilbijart û di vî warî de xelat dan Marcella Pace.
Marcella Pace bi wênegira xwe 48 wêneyên heyvê yên bi reng girtiye. Ew vê xebata xwe di nav 10 salan de pêk aniye. Heya van wêneyên ku dixwaze derbixe bi hezaran wêne girtine. Wêneyên ku girtine rengê heyvê yên ciyawaz nîşan didin.
Pace dibêje, “Min pirranî wextê xwe li ber deriyê malê derbas dikir. Ji bo wêneyên heyvê bigirim wextê min pirr bû. Gava min xwest li wêneyên xwe binihêrim min dît ku min gelek wêneyên hevyê girtine. Gelek ji wan jî min bi kameraya dijîtal girtibûn. Min ji nav wan 48 weneyên bi reng hilbijart, wêneyen ku min di demên cuda de girtibûn.”
Di nav 10 salan de mirov dikare bibîne ku heyv di kîjan wextî de rengekî çawa girtiye û ev rengê xew çawa guheriye. Wêneyên Pace gelek hatine hezkirin lê nexasim kompozîsyonên wê yên li ser heyvê bêhtir bala mirovan kişandine. Piştî ku Nasa wêneyên wê neqandine ew li ser înternetê bêhtir hatiye naskirin û wêneyên wê belav bûne. Pace derbarê wêneyan de dibêje, “Di wêneyan de hîseke xerîb heye, her roj ji gelek deverên dinyayê min pîroz dikin. Ev wêne ji bo hemû şêweyên jiyanê peyama rêzgirtinê dihewîne. Ev ji bo min girîng e. Divê mirov tenê ne bi cîranên xwe re, her wiha bi hemû şêweyên jiyanê re li hev bikin û di vê riyê de nirx bidin hevdu. Di navenda vê riyê de mirov tine ne, ev rê her tim diguhere û pêş dikeve.”
NAVENDA NÛÇEYAN