300 milyon Dolar diçe Tirkiyê

Şemî 25 Sibat 2023 - 02:02

  • Hikûmeta Hewlêrê her sal nêzî 300 milyon Dolarî dide saziyên dewleta Tirk ên xwendina bilind, qaşo ji bo perwerdekirina Kurdan. Ev pereyên hikûmeta Hewlêrê, dibin bombe, gulle û çekên kîmyewî li serê xelkê Kurd de tên barandin.

Li welatê Tirkiyeyê zêdetirî 80 milyon mirov jiyan dikin. Li gel netewa Tirk, netewên Kurd, Ereb, Laz, Çerkez, Rum, Ermen, Pomak û Suryan hene. Li gorî bîlançoyên ne fermî zêdetirî 40 milyon Kurd li Tirkiyeyê jiyan dikin, lê ziman, çand û nasnameya wan hatine qedexekirin û bi înkar û tûnekirinê re rû bi rû ne.

 

Êriş û êşkence li xelkê Başûr kirin

Di sala 2021’an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo zêdekirina zimanê Kurdî li nav sîstema perwerdeyê, daxwaznameyek pêşkêşî Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê kir. Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê bersiva HDP’ê da û got;“Xizmetgûzariya xwendinê, tenê ji bo zarokên ku zimanê Tirkî dizanin e.”

Di sala 2019’an de komek welatiyên Herêma Kurdistanê li bajarê Trabzon yê Tirkiyeyê, ji ber ku xwestin bi ala Herêma kurdistanê ve wêne bigirin, rastî êriş û destdirêjiyê hatin. Ser de jî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û birin dadgehê.

 

Bariş Çakan hat qetlkirin

Heman demê de li welatê Tirkiyeyê, stranên Kurdî jî qedexeye ku di sala 2020’an de ciwanê bi navê Bariş Çakan ê 20 salî, ji ber ku guhdarî stranek Kurdî dikir, li bajarê Enqere ya Tirkiyeyê rastî êrişa bi kêrê hat û encamê de jiyana xwe ji dest da.

Tevî van hemûyan jî Wezareta Xwendina Bilind a Herêma Kurdistanê ji bo xwendina master û doktorayê ji welatê Tirkiyeyê bursan digire û reklama wê dikin, wêneyê bihûşta zanist û zanyariyan dikêşin.

 

Bi pereyên Başûr Kurdan qetl dikin

Êriş û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê bê navber berdewamin. Rojane herêmên Başûr û Rojavayê Kurdistanê cihên niştecihbûnê, dibistanan û malan topbaran û bombebaran dike.

 

Otoasîmîlasyon tê pêkanîn

Di 3’ê Sibatê de Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew mamoste, karmend û welatiyên Herêma Kurdistanê agahdar dikin ku Tirkiye wê ji bo sala xwendinê ya sala 2023’yan, bursên (Pereyê ku mehane tê dayîn) master û doktorayê bide. Girtina bursan ji zanîngehên Tirkiyeyê, tê wateya dayîna bi milyonan dolar a Tirkiyê.

Xwendekarên Kurd, li zanîngehên Tirkiyeyê ên ku hewaya faşîzm û nijadperestiyê lê serdest in, li beramberî çand, ziman û nasnameya xwe bîyanî dibin û di wan de girêya xwe kêmdîtinê pêşdikeve. Ev yek jî ber bi pêvajoya ‘oto asîmîlasyonê’ yan jî xwe bi xwe helandinê ve diçe.

 

Salane 300 milyon dolar

Dema temamkirina xwendina beşa bijîşkî 6 salan dikişîne, ji bo wê, heger xwendin were temamkirin, di nava 6 salan de nêzîkî 180 milyon dolar ji Herêma Kurdistanê diçe Tirkiyeyê. Tevî ku ev xerc li gorçî kesan diguhere jî. Li gorî vê bi giştî 300 milyon dolar ji Herêma Kurdistanê diçin Tirkiyeyê.

 

Bîlançoya navbera salên 2018-2019:

Hejmara xwendekarên Herêma Kurdistanê yên li Tirkiyeyê ji 7 hezaran bihuriye. Li gorî xerc û pereyên xwendinê ji bo xwendekarekî normal, ji bo xwendina 2 salan a master yan jî doktorayê berê xwe daye Tirkiyeyê, pêwîstî bi 20 hezar ta 30 hezar dolaran heye. Bê guman ji bo lîsansê (perwerdehiya zanîngeh an jî dibistana bilind ku bi giştî çar salan dewam dike) ev hejmar zêdetir e. Heger ji nav 7 hezar xwendekaran ji 4 hezar xwendekarî ji bo masterê 25 hezar dolar were girtin, wê di nav du salan de zêdetirî 100 milyon dolar pere were qezençkirin. Hêjmara xwendekarên doktorayê dikin nêzîkî 500 xwendekaran. Heger her xwendekarek ji bo temamkirina doktoraya xwe, qasî 35 hezar dolar pere dide. Ango ev jî dike 18 milyon û 500 hezar dolar. Hejmara xwendekarên lîsansa xwe li Tirkiyeyê dikin wek nimûne xwendekarên beşa dermansazî, bijîşkî û beşa endezyariyê 3 hezar xwendekar in. Ji bo her xwendekarekê 5 hezar dolar tenê xerca xwendinê pêwîst dike û li gel wê salane ji bo kirêya mal, xwarin, elektrîk, av û hatinçûnê nêzîkî 5 hezar dolar pêwîst dike.

 

Tirk bi xwe ji Tirkiyê direvin

Li gorî xwendekarên ku li Tirkiyeyê xwendine dibêjin,

nêzîkatiyên xirab û netewperestî li hemberî wan tên kirin. Her çiqasî bi rêya Wezareta Xwendina Bilind a Herêma Kurdistanê ve bursên xwendinê were girtin û bi fermî ji aliyê Tirkiyeyê ve ji bo xwendinê werin vexwendin jî, lê dema ji wan tê pirsîn xelkê ku derê ne, ji kuderê hatine, destûr nadin ku navê Kurd û Kurdistanê hildin. Heger ew navê Kurdistanê hildin, yan êriş wê li wan were kirin yan jî heqaret. Ya ku herî zêde cihê heyf û mixabiniyê ye ew e ku ti zanîngeheke Tirkiyeyê di nava rêza zanîngehên baş ên cîhanê de cih nagire. Xwendekarên Tirkiyê bi xwe ji bo xwendina master û doktorayê berê xwe didin Ewrûpayê û welatên din yên cîhanê.

NAVEDAN NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.