- Ji bo ziman sê sitûn hene, yek gramer, yek alfabe û yek jî ferheng e. Ji ber wê jî divê ferhenga Kurdî-Kurdî hebe.
Komeleya Lêkolînên Kurdî (Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê), Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Enstîtuya Kurdî ya Amedê û Kovara Destarê bi tev li bûna Zimanzan Zana Farqînî bi bernameyeke hevpar li avahiya MED-DER’ê ya li navçeya Peyasê ya ser bi Amedê, Ferhenga mezin a Kurdî-Tirkî dan nasîn.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, Komeleya 78’an, Komeleya Wêjevanên Kurd, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), gelek mamosteyên Kurdî û zimanzan di bernameya danasîna ferhengê de amade bûn.
‘Neviyên Xanî li pey şopa wî’
Di bernameyê de ewilî Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî got, feylesof û zimanzan Ehmedê Xanî ji bo zarokên Kurd bi zimanê xwe binivisînin, bixwînin û bijîn, dest bi bingehê ferhenga Kurdî kiribû û îro jî neviyên wî li pêy şopa wî bi kedeke mezin Ferhanga Kurdî ya herî berfireh çap kirin. Ferheng li gelê me pîroz be. Bi heviya di demên pêş de bi xebatêk berfireh, bernameyên bi vî rengî ji bo ferhenga Kurdî-Kurdî li dar bixin.”
‘Qeydkirina dengên pêşiyên me’
Zimanzan Zana Farqînî jî ku Ferhenga Kurdî-Tirkî amade kiribû got, ev 30 sal in bi şev û roj li ser ferhengan xebitiye: “Ji bo ziman sê sitûn hene, yek gramer, yek alfabe û yek jî ferheng e. Ji ber wê jî divê ferhenga Kurdî-Kurdî hebe. Wekî ku min di ferhengê de jî gotiye, ew hewldaneke qeydkirina dengên pêşiyên me ne. Mixabin em Kurd ew qas giringiyê nadin zimanê xwe. Divê em her tişta xwe bi zimanê xwe bikin. Divê qiymetê zimanê me ji bo me di ser yê hemû zimanan re be, ji ber ku yê tinê tê hesibandin, zimanê me ye.”
MA/AMED