Derket holê ku mîhwera dinyayê yanî tewereya wê ji salên 1990'î ve dişemite. Sedem jî guherîna avhewayê ye. Ji ber ku hecmên ava qeşaya heliyayî ji nû ve tesîrê li diyarkirina tewereyê dinyayê dikin. 

Di sala 2002'yan de lêkoler pê hisiyan ku tewereya dinya li dora wê dizivire şemitiye, lê bi sedema wê nedizanîn. Li gorî lêkolîna nû, heliyana qeşaya li qutban û kişandina ava binêerdê ji bo avdaniyê, têra xwe tesîr kiriye ku tewereya dinyayê bişemite. 

Suxia Liu hîdrolojîsta Akademiya Zanistê ya Çînê ku encamên lêkolîna nû bi komekê re nivîsîn, dibêje, "Tiştên me tesbît kirin, rêyekê li ber me datînin ji bo ku em li şemitînên qutban ên ji ber avhewayê yên berê jî lêbikolin." 

Tişta ku lêkolînê derxist holê ew e ku mirov mîqdareke pirr zêde ya avê ji binê erdê dikişînin. Weke nimûne sala 2010'an tenê li Hindistanê 351 trîlyon lître av ji binê erdê hatiye kişandin. Yanî carê ji ber guherîna avhewayê tenê tewere şemitî be jî, vê carê hem guherîna av hewayê bi destê mirovan e û hem jî kişandina avê ji binê erdê.

NAVENDA NÛÇEYAN