30 hezar pirtûk belav kirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 28 Nîsan 2023 - 02:45

Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi armanca danasîna fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê ya Kurdistanê ji sala 2022`yan ve xebatan dimeşîne. Di vê çarçoveyê de pêşangeh tên vekirin û çalakiyên pirtûkxaneya gerok tên lidarxistin.

Xwendekarên demokratîk di 16`ê Kanûna 2022`yan de li bajarê Qamişlo pêşangeha pirtûk û tabloyan vekiribû, tê de bal biribû ser tecrîdkirina şidandî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan.

Pirtûkên di pêşangehên de hatibûn nîşandan, parêzname û berhemên din ên nivîskî yên Rêber Abdullah Ocalan, roman, çîrok, bibîranînên gerîla û pirtûkên felsefî bûn.

Xwendekaran plan kiribû ku heta 22`ê Kanûnê (2022) pêşangehan li beş û fakulteyên Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Qurtuba yên li bajarê Qamişlo dewam bikin. Piştî ku pêşangeh li wan deveran hatin vekirin, Tevgera Xwendekaran biryar da ku pirtûkan li dibistanên navîn û amadehî yên herêma Cizîrê jî belav bike.

Berdevkê Tevgera Xwendekarên Demokratîk Mîran Osman têkildarî mijarê axivî. Osman da zanîn ku heta niha li dibistan û zanîngehên li herêma Cizîrê 30 hezar pirtûk hatine belavkirin.

Osman diyar kir ku ew ê di dema pêş de çalakiya pirtûkxaneya gerok li bajarên Reqa û Kobanê jî bidin destpêkirin û ev agahî parve kirin: “Em ê pirtûkan li dibistanan û Zanîngeha El-Şerq ên li Reqayê û li dibistan û Zanîngeha Kobanê jî belav bikin. Em ê hewl bidin xwe bigihînin tevahiya xwendekarên li herêmê.”

ANHA/QAMIŞLO

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.