28 hezar ton çopa Covid-19’ê

Çarşem 10 Mijdar 2021 - 23:11

  • Di dema şewba Covid-19´ê de bêhtirî 28 hezar ton çopa plastîk a elaqedarî şewbê ketine behrên dinyayê.

Di dema şewba Covid-19´ê de bêhtirî 28 hezar ton çopa plastîk a elaqedarî şewbê ketine behrên dinyayê. Ev çop jî bi pirranî tiştên weke maske û lepikan e. Ji bo mirov fêm bike ka encamên vê lêkolînê teqabulî çi dikin, mirov dikare bibêje, ev 28 hezar ton wê bêhtirî 2 hezar otobusên duqatî tijî bikin. 

Ev çop li peravekê, li welatekî asê nemaye; herikên behrê wan bibin ku li wir hene: ji Hindistanê heta bi Derya Spî, ji Antartîkayê heta bi behrên li dora qutba bakur. Li gorî lêkolînê, 193 dewletan 9.2 milyon ton çopa elaqedarî şewba Covîd-19´ê hilberandiye, û pirraniya vê çopê li nexweşxaneyan hatiye hilberandin. Li gorî lêkolînê, şewbê kiriye ku daxwaza ji bo plastîka bikaranîna ji bo yek carê zêde bibe. Lêkolîn pêşniyaz dike ku alternatîfên plastîka ji bo bikaranîna yek carê, bên peydakirin.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.