200 zarok vedigerin Rûsyayê

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 14 Adar 2023 - 02:32

Rûsyayê da zanîn ku wan bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî re li hev kiriye da ku 200 zarokên welatiyên Rûsyayê bibin Rûsyayê. Ev zarokên hanê yên welatiyên wê yên rûs in ku çûbûn û tevlî nav refên çeteya DAIŞ´ê bûbûn.

Şêwirmend û ombudsmana Rûsyayê ya mafê zarokan, Maria Lvova-Belova piştî ku ji Sûriyê vegeriya Rûsyayê, da zanîn ku wan bi Rêveberiya Xweser re li hev kiriye ku 200 zarokên din bînin: “Weke hûn dibînin muzakereyên me her diçe bêhtir serketî dibin. Hem komên em tînin ên zarokan mezintir dibin, û em di heman demê de gelekî hêvî dikin ku ev hevkariya ji nêz ve wê dewam bike.”

Lvova-Belova 56 zarok bi xwe re yekşemê birin Rûsyayê. Ev 56 zarok wê hefteyekê li rehabîlîtasyonê bimînin, beriya ku wan bişînin cem malbatên wan ên li 16 herêmên cihê yên Federasyona Rûsyayê. Lvova-Belova malavahiya Rêveberiya xweser kir ji ber hevkariya ji bo vegerandina zarokan.
Wê di hevdîtina bi serokê Rûsyayê, Vladîmîr Pûtîn re jî got, wan peymaneke din mohr kiriye bi Rêvebeirya Xweser re da ku 69 zarokên din jî vegerînin Rûsyayê.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, gelek caran bang li welatan kir da ku welatiyên xwe yên di wargehên Hol û Rojê bibin.
Li gorî daneyên fermî yên Rûsyayê qederê 4 hezar û 500 welatiyên Rûsyayê tevlî nav refên çeteya DAIŞ´ê bûne. Heta niha gelek ji wan sêwî, Rêveberiya Xweser 341 jin û zarokên welatiyên Rûsyayê li Rûsyayê vegerandine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.