200 pirtûkên Ocalan belav kirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 4 Nîsan 2024 - 00:13

Çalakiya pirtûkxaneya gerok a li kantona Reqayê bi belavkirina nêzî 200 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Reqayê çalakiya pirtûkxaneya gerok ji bo 2 rojan li dar xist.

Di roja yekemîn de çalakî li çerxerêyên Neîm û Delê yên bajêr bû. Di roja duyem de jî çalakî li Parka Reşîd û Parka Jina Azad ji saet 14:00 heta 18:00'an dom kir.

Çavdêrên çalakiyê destnîşan kir ku armanc ji wê çalakiyê ew e ku hemwextî nêzîkbûna rojbûna Rêber Abdullah Ocalan (4'ê Nîsanê) pirtûkên wî di nav şêniyên Reqayê de bên belavkirin

Di her du rojên çalakiyê de nêzî 200 pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin belavkirin.

ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.