164 bajaran serî hildaye 

Şemî 1 Cotmeh 2022 - 03:08

  • Hêzên rejîma Îranê bi tundî êrişî xwepêşandanan bikin jî piştî destpêkirina raperînê bi 15 rojan jî çalakî li 164 bajaran dewam dikin. KCK´ê ji Îranê xwest ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên gelan û jinan gavan biavêje. 

Li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê serhildana piştî şehîdkirina Jîna Amînî 16´ê Îlonê dest pê kir, bê navber dewam dike. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê heta niha 83 kes hatine kuştin. Li gorî hin rêxistinên din ên mafê mirovan ev hejmar 200 e.

Pêr bi şev jî li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xelk daket meydanan û li dijî kuştina Jîna Amînî bê navber dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ gotin. jinan û gelan bi xwepêşandanên xwe doza azadiyê kir.

Li bajarê Sine, bi pêşengiya jinan li çend herêmên bajêr bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ xelk daket meydanan û xwepêşandan kirin.

Li Tehranê jî careke din dirûşmeyên ji bo rûxîna komara Îslamî ya Îranê bilind bûn û çalakî hatin kirin.

Li gorî dîmenên hatine belavkirin, li Tehranê xwepêşanderan heta demeke dirêj dest danîn ser rêveberiyeke cihî ya bajêr. Li parêzgeha Mazenderan û li Gîlanê yên li Bakurê Îranê, xelk daket meydanan. Tê gotin heya niha herî zêde li van parêzgehan xwepêşander hatine kuştin û girtin.

 

Li navenda dînî ya rejîmê jî 

Yek ji cihên din ê careke din rabûyî ser xwe, bajarê Meşhed bû. Li Meşhedê xelkê nerazîbûna xwe anî ziman û xwepêşandan kirin. Li navenda rêveberiya dînî ya Îranê Qumê jî xwepêşandaneke girseyî hate lidarxistin û bê navber dirûşmeyên ji bo rûxîna rejîmê bilind bûn. Li van herêman di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê de alozî çêbûn.

Li parêzgeha Kirmanê jî xelk daket qadan. Pêr li vê parêzgehê hêzên ewlekariyê êrişî xwepêşanderan kir. Li Yezd, Sîstan, Beluçistan, Xozistan, Tewrêz, Wirmê û Kirmaşanê jî xwepêşandan dewam kirin. Li Bender Ebasî ya li Başûrê Îranê jî bi heman awayî welatî daketin qadan û bê navber dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ gotin.

Xwepêşandan hema bêje li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin. 

 

Rejîmê herî kêm 83 kes qetil kirine

Hêzên Îranê li her deverê êriş dikin, dest bi binçavkirina çalakvanan kirine.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê pêr êvarê derbarê xwepêşandan û nerazîbûnên li seranserî Îranê de daxuyaniyek da. Rêxistinê di destpêkê de êriş û zextên rejîma Îranê yên li dijî xwepêşanderan şermezar kir û careke din daxwaz ji civaka navdewletî kir da ku pêşî li kuştina xwepêşanderan bi destê hêzên hikûmeta Îranê bigirin.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de cih da bîlançoya dawî ya kesên di xwepêşandanan de hatine kuştin û da zanîn ku heta niha li seranserî Îranê di xwepêşandanan de 83 hatine kuştin. Ev hejmar, hejmara wan kesan e ku navên wan hatiye diyarkirin û bi delîl piştrast bûye ku hatine kuştin.

Rêxistinê da zanîn kun li gorî agahiyên li ber destê wê, heta niha 26 kes li Mazenderanê, 11 kes li Gîlan, 11 kes li Azerbaycana Rojava, 6 kes li Kirmaşanê, 6 kes li Sine, 5 kes li Elburz, 4 kes li Tehranê, 2 kes li Kuhgîloye û Buyar Ehmed, 2 kes li Esfehan, 2 kes li Xoresana Rezewî, 2 kes li Zencanê, 2 kes li Qezwînê, kesek li Azerbaycana Rojhilat, 1 kes li Simnan, 1 kes li Îlam û 1 kes jî li Buşêhr di xwepêşandanan de ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Hin rêxistinên din ên çavdêriya mafê mirovan ên li Îranê, hejmara kuştiyan digihînin 200´î û hejmara kesên hêzên rejîmê kirine nezaretê jî weke 15 hezar radigihînin. Ji ber ku li welêt înternet hatiye birrîn, xwegihandina çavkaniyan jî ji bo aliyan hemûyan zehmet bûye.

 

Rêbazên Sawakê bi kar tîne 

Li aliyê din ji dîmenên destwerdana hêzên rejîmê xuya dike ku rejîm zarokan jî ji bo êrişbirina ser serhildanê bi kar tîne. Di gelek wêneyên ji Tehranê de xuya dike ku zarokên unîforma li wan, kask li serê wan û di destê wan de ço û mertalê polêsan westiyayî xwe dane ber dîwaran.

Rejîm wekî din ji bo çavtirsandina xwepêşanderan, rêbazên rejîma beriya xwe ya şahî bi kar tîne. Kanala televîzyonê ya dewletê, zarokên ku êşkence li wan hatiye kirin, derdixe ser ekranê û dike ku ew poşmaniya xwe ji ber çalakiyan îfade bikin. 

Tevî van zextan jî, halê hazir li 164 bajaran xwepêşandanên li dijî rejîmê belav bûne.

 

KCK: Îran divê gava biavêje 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, li ser raperîna li Rojhilat û li Îranê daxuyaniyek da. KCK´ê got, “Dewleta Îranê li şûna ku ji ber çalakiyên gel, Kurdan sûcdar bike, divê li ser mijara çareseriya pirsgirêka Kurd bisekine. Divê pirsgirêka Kurd bê dîtin, bê qebûlkirin û di mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd de gav bêne avêtin. Dewleta Îranê divê daxwazên gelên Îranê, nexasim jî yên jinan, bi cih bîne û di warê çareseriya pirsgirêkan de gavan biavêje.”

 

Derewa hêzên derve

Rejîma Îranê êşkence li 3 zarokên keç kiriye, ew tacîz kirine û ji wan xwestiye bibêjin, hêzên derve ew xapandine, ji ber wê ew tevlî xwepêşandanan bûne.

Hêzên rejîmê zarokên bi navê Atusa H., Hedîha M. û Rahela J. li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, di 22’yê Îlonê de kirine nezaretê. Rejîmê, piştî ku taehûtnameya, êdî tev li çalakiyan nabin bi wan daye îmzekirin, ew berdane. Li gorî agahiyên ji hêla Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw’ê ve hatine parvekirin, li her sê zarok jî di bin çavan de êşkence hatiye kirin û ew hatine tacîzkirin. Rayedarên rejîmê ji zarokan Rahela J. derxistin kanala televîzyonê ya rejîmê û zext lê kirin da ku “li sûcê xwe” mikûr bê. Zarokan da zanîn ku ji ber êşkenceyê wan qebûl kiriye, derkevin pêşberî kamerayê. 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.