150 kulîlkên Mexmûrê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 4 Gulan 2022 - 22:00

  • Ji bo xwegihandina vê zanistê destpêkê em deyndarê mîmarê azadiyê, Rêber Apo ne. Wekî din, weke xwendekar, mamoste û gelê li vir hazir, em deyndarên wan kesan in, ewên ku îro li her çar aliyê welat li ber xwe didin, têdikoşin û ji bo me canê xwe didin.

ROJNEWS/MEXMÛR

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, 150 xwendekarên ku dibistana Amadeyî (lîse) qedandin, bi merasîmekê hatin pîrozkirin û mezûn bûn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 150 xwendekarên Dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn ku dibistana Amadeyî qedandin, mezûn bûn. Doh na pêr, êvarê ji bo xwendekaran şahiyeke pîrozbahiyê hate lidarxistin, tevî malbatên xwendekaran, bi sedan kes tevlî şahiyê bûn.

Beriya pîrozbahiyê rêz ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî wê, ji Rêveberiya dibistana Şehîd Koçerîn, Mustefa Ergen axaftinek kir.

Deyndarê Rêber Apo ne

Mamoste Mustefa, destpêkê bixêrhatina xwendekar, mamoste û malbatên amade kir û got, “Îro rojeke girîng e ji bo asta refên çar ku xwendina xwe ya 12-13 salan temam kirin. Îro dawîhatina li xwendina wan a beşa amadeyî ye. Ji bo wê, di dirêjiya salên perwerdê de gelek tecrûbe û zanistên cûda bi wan re çêbûn. Ji bo xwegihandina vê zanistê destpêkê em deyndarê mîmarê azadiyê, Rêber Apo ne. Wekî din, weke xwendekar, mamoste û gelê li vir hazir, em deyndarên wan kesan in, ewên ku îro li her çar aliyê welat li ber xwe didin, têdikoşin û ji bo me canê xwe didin. Beriya hertiştî ev ked û zanabûn a wan e. Divê beriya her tiştî em di pêkanîna tecrûbeyên xwe yên ku me ji perwerdê girtine, destpêkê wan bi bîr bînin û ji bo civaka xwe, ji bo siberoja civaka xwe bibin mirovên pêşeng.”

‘Berdêlên îro ji bo siberoja me ne’

Pişt re Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Yusiv Kara axivî û got, “Em di pêvajoyeke welê re derbas dibin ku ji bo parastina netewe û nirxên me xeternak, dijwar, hestiyar e. Rast e we dibistana xwe di bin mercên giran de qedand, em wek Rêveberiya Meclîsa Gel her tim ji bo siberojeke zelal, ji bo di xakeke azad de, ji bo hûn bi felsefa Rêber Apo rabin û hûn bibin nifşê civaka azad bi hev re kar dikin. Ez bawer dikim ku ev berdêlên îro li Avaşîn, Metînan, Zê (Zapê) tên dayîn ji bo serfiraziya we ne, ji bo hûn karibin jiyana xwe ya azad misoger bikin canê xwe ji bo me feda dikin. Em hêvîdar in hûn ê li siberojeke azad a ku bi fefsefeya Rêber Apo hatiye hûnandin, bijîn û siberoj û jiyana xwe misoger bikin.”

Piştî axiftinan, li sînevizyona xwendekaran hat temaşekirin. Piştî temaşekirina li sînevizyonê, şano hatin nîşandan û xwendekaran stran gotin.

Xwendekar, mamoste û malbatan heta derengiya şevê govend gerand.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.