140 seyên bêxwedî tîmar dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 24 Nîsan 2023 - 00:14

Xunav Mihemed li gel du keçên xwe, ev du sal in stargeheke taybet ya xwedîkirina seyên bêxwedî bi rê ve dibe û nêzîkî 140 seyên bêxwedî tîmar dike.

Xunav Mihemed li Soran mamoste ye. Beriya du salan li mala xwe nêzîkî 40 seyên bêxwedî hewandin. Piştre li ser pêşniyaza berpirsê îdareya serbixwe ya Soran, stargehek li derveyî bajar ji seyan re ava kir. Niha zêdetirî 140 se hene û tevî du keçên xwe, stargehê birêve dibin.

Xunav Mihemed dibêje, “Di Sibata 2021’ê de ji bo seyên bêxwedî penagehek hate vekirin û ji min hat xwestin ku rêveberiya wê bikim. Ez û keçên min em li vir bi tîmarkirina van seyan re mijûl dibin. Niha pêwîstiya me di warê nan û goşt de, bi alîkariya her kesî heye.”

Xunav Mihemed beriya xwedîkirina seyan, mamoste ye û hevjînê wê jî alîkariya wê dike. Xunav Mihemed dibêje, “Mafê her ruhberî yê jiyanê heye. Xweda jî cîhan tenê ji bo mirovan neafirandiye. Cîhan milkê zindiyan hemûyan e û divê mafê wan were parastin.”

Xunav Mihemed herî dawî dibêje, seyên taybet ên berderî hene ku her du keçên wê ew mezin kirine û nirxê manewî dane wan. Keçên wê dibêjin, ew vî karî ji bo pere nakin, bi fedakarî û hestê mirovî dikin.

ROJNEWS/SORAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.