12 stranbêjên Kurd li ser zimanê Kurdî klîpek amade kir û hunermend bi vê stranê balê dibin ser girîngiya zimanê Kurdî.  

Ev stran li ser parastin û şîr helaliya Kurdî ye û navê wê “Zimanê Me” ye. Niha wek klîp hat amadekirin û weşandin.  Gotin û muzîka stranê ya humermend Şahîn Farqîn e û 12 stranbêj vokaliyê dikin. 

Stranbêjên ku vokaliyê dikin: Farqîn Azad, Zîlan Tîgrîs, Nûrcîhan Yilmaz, Îhsan Zanyar, Hêja Can, Dozvan Amed, Mehmûd Goçer, Ozan Îbrahîm, Şahîn Farqîn, Serhed Guneş, Serdar Baysal û Herem Nêrgiz in. Dîmenên klîbê jî ji cih û warên dîrokî yên Amedê û dîmenên zarokan pêk tên. Hunermend bi vê klîbê balê dibin ser girîngiya zimanê Kurdî û cih û warên dîrokî yên Kurdistanê. 

MA/AMED