10 sal in li benda pirekê ne

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 13 Sibat 2024 - 00:32

Li bajarokê Qeladizê nêzîkî 50 projeyên ku nehatine temamkirin hene. Yek ji wan jî Pira Derwaze ye ku di sala 2014’yan de berê destpêkê hatibû danîn. Lê heta niha jî nehatiye temamkirin û welatî li bendê ne ku Pira Derwaze were temam kirin. Xelkê Qeladizê derbarê mijarê de axivîn. Sebah Ebdula diyar kir ku bêxemiya hikûmetê sînor derbas kirine û got:“Pirsgirêk ne nebûna dahatê ye, dahatek zêde heye. Lê hikûmet ne tenê projeyê temam nake, her wiha ji bo temamkirina projeyê hevkariya xêrxwazan jî nake. Di heman demê de ev yek ji bo xelkê ku hatinçûnê dikin, astengiyek mezin e. Xelkê Qeladizê beramberî hikûmetê gelek bi fikar in ku hemû projeyên li seranserê Kurdistan û bi taybet li Qeladizê rawestandiye.”

Resûl Elî jî wiha axivî:“Bi rastî jî xelkê vî bajarokî bêhêvî bûne. Hikûmetê nekariye vê pirojeya biçûk temam bike, ev jî şermeke mezin e ku di nava 10 salan de nekarîne pirekê li herêmeke weke Qeladizê ku dahata wê heye, temam bikin.”

Qeymeqamê Pişder Bekir Bayiz da zanîn ku Qeladiz di warê xizmetgûzariyê de tê paşguhkirin û got:“Sedema neqedandina projeyan û Pira Derwaze ji ber nebûna budceya pêwîste. Ji bo temamkirina pirê hemû karên îdarî û teknîkî hatine pêkanîn, lê di bankan de pere tune ye, ji ber vê yekê ne mumkun e ku ev proje were qedandin.”

ROJNEWS/QELADIZÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.