- Komîteya Çand û Huner a Hesekê doh li bajarê Hesekê pêşangeheke şêwekariyê li dar xist ku tê de berhemên hunermend Xezne Ebûd tên nîşandan.
Komîteya Çand û Huner a Hesekê doh li bajarê Hesekê pêşangeheke şêwekariyê li dar xist ku tê de berhemên hunermend Xezne Ebûd tên nîşandan.
Bi beşdariya bi dehan kesên ji Hesekê û bi navê ‘Afirînerî û Reng’ Komîteya Çand û Huner a Hesekê pêşangeheke berhemên şêwekar Xeznê Ebûd vekir.
Li pêşangehê gelek berhem û qederê 30 peyker tên nîşandan.
Şêwekar Xezne Ebûd dide zanîn ku ev berhem cara yekemîn tên nîşandan û dibêje: “Ez 3 mehan bê navber li ser van xebitîm. Min xwest bi rêya vê xebatê, balê bibim ser rola jinan di her warî de û hêza wan ku bi vîna xwe ya xurt li pêşberî astengiyan hemûyan disekinin, nîşan bidim.”
Xezne Ebûd bal bire ser alavên di karên xwe de bi kar anîne jî û got, "Min madeyên sereke wekî karton, felîn, rojname û rengên bingehîn bi kar anîn.”
ANHA/HESEKÊ