Xemleke ji rêûresmê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 1 Îlon 2020 - 02:00

  • Jinên devera Matobo li Zîmbabweyê hunermendên ji rêûresmê ne ku her sal xaniyên xwe ji nû ve bi motîf û rengên nû dixemilînin. Ji bo ev dewlemendiya çandî tine nebe hewldanên teşwîqê bi pêşbirkekê tên kirin.

Li welatê Efrîkî Zîmbabweyê, li devera Matobo adetek heye. Xelk her sal piştî rakirina bênderan xanî û holikên xwe bi reng, desen û nîşanên rengîn dixemilînin. Ev adeta hanê jî ya jinên gundewarên vê deverê ye.
Her sal piştî rakirina bênderan xelkê Matobo ya li başûrê Zîmbabweyê jin derveyî malê bi rengên ji komir, tenî, xwelî, av û axa sor, boyax dikin. Ev rengîn hanê jî zivistanê hêdî hêdî bi baranê dîsa jê diçin. Ku dibe payîz jin piştî bênderan careke din van xanî û holikên xwe boyax dikin. Ev rêûresma hanê dike ku jin hersal xanî û holikên xwe bi motîfên nû bixemilînin.
Jin rîtma jiyana xwe bi motîfên rîtmîk ên mucered li ser xaniyên xwe xêz dikin, mesela bi zîgzagan, bi motîfên durr û yaqûtan û xetên weke nêrdevanan. Lê ew motîfên ji xwezayê jî li ser dîwarên xwe xêz dikin: kulîlkên dêw, fîl û wekî din.

Bajarvaniya bêserûber dijmin e

Lê belê her ku diçe xaniyên ji prîkêt û betonê zêde dibin û pê re jî ev huner û rêûresma kevnar her diçe kêmtir dibe. Bi gotinên dîrokzanê çandê Pathisa Niyati em bibêjin: "Rêûresmên mîmarî bi dîzayna, stîl û tîpên materyalên avahîsaziya xwe diguherin. Boyaxkirina bi firçeyê kir ku rêûresma hunerî ya boyaxkirina bi destan bi sedan salan dewam kirî, kêm bibe."

Navendek ji bo teşwîqê

Pathisa Nyathi Navenda Mîrateyê ya Navneteweyî Amagugu ya li Matobo bi rê ve dibe ku armanca wê parastina rêûresm û zanînên çandî yîn zîmbabweyî biparêze. Wî tevî komekî jinên li gundewaran teşwîq kirin da ku vê rêûresmê dewam bikin. Ji bo vê jî ji Îlona 2014´an ve wan pêşbirkek jî daye destpêkirin: Mala mina xweşkok!
Heman salê ji 30 xaniyên beşdarî pêşbirkê bûn, 7 hêjayî xelatê hatin dîtin. Par 300 jin ketin pêşbirkê û 77 hêjayî xelatê hatin dîtin.
Endamên juriyê, gund bi gund digerin da ku 10 fînalîstan diyar bikin. Jurî her sal bi bedewiya xaniyan û serketîbûna hunerê jinan bi gotinên organîzatoran mest dibin. Ev teşwîqa hanê tiştekî din jî bi xwe re tîne, mêrên malê jî destekê didin jinan û rêzê ji hunerê wan re digirin. Gelek ji wan eşkere serbilindiya xwe bi hunerê jinan nîşan didin.

Avahiyên nû tehlûke ne

Niha tehlûkeya herî mezin ya li dijî vê rêûresmê û vî hunerî, hilk û bungalowên erzan in ku şûna xanî û holikên ji kerpîç ên ji rêûresmê bigirin. Cliford Zulu ku li Galeriya Neteweyî ya Zîmbabweyê li Bulawayo kurator e ji bo vê dibêje, "Heger ev meyla hanê dewam bike li Zîmbabweyê, tehlûke heye li Zîmbabweyê jî ew bungalowên feqîran ên ku tiştekî wan ji yên li deverên din ên dinayayê ne cihê ye, tenê bimînin. Ew ê şûna xaniyên çandî dewlemend, li gorî avhewayê û erzan bigirin. Ev xemlên hanê li ser van xaniyan tên çêkirin, ew nemînin ev rêûresm jî namîne".
Niha hêvî ew e ku teşwîqên Pathisa Niyati û navenda wî bikin ku ev xaniyên ji rêûresmê xwe li ber avahiyên rojavayî yên li bajaran bigirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.