• Xalê Birê tevlî têkoşîna Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê bûye, lê wî kilamên şeran nedigotin, wî bêhtir kilamên bengîniyê digotin. Wî hez nedikir kilaman dirêj jî bike, bi ya wî kilam dirêj bibin, dibin çîrok.

MURAT MANG
 

 

Xalê Birê dengbêjek ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Ew li gundê Coniyê yê Urmiyê hatiye dinê. Kilama wî "Îran e xweş Îran e" pirr deng vedaye. Xalê Birê bi navê medenî Ibrahim Newrozî her wisa mirovekî welatparêz û şoreşger bûye. Me ji bo naskirina wî, xwe gihand kurê Xalê Birê yê herî mezin, Şewqî Newrozî yê li gundê Coniyê. Me got, ka em Xalê Birê nas bikin û wî bidin naskirin. Me bi Şewqî yê ezîz re, bi rêya telefonê sohbeteke xweş kir.
   
12 salî dest bi gotina kilaman dike

Şewqî li ser serpêhatiya hunermendiya bavê xwe dibêje, ew ji bavê xwe Mistê fêr dibe. Kilama "Rû bʼxalê" ji bavê xwe wergirtiye. Wekî din jî wê demê dengbêjê eşîra Hesenan pirr bandor lê kiriye: "Bavê min 12 salî dest bi gotina kilaman kiriye. Berê di dema Smaîl Axa de, aliyê me kilambêjên eşîra Hesenan hebûne. Hesenan ji aliyê Tirkiyê hatibûn. Li vir muhacir bûn. Dema ku Simko şehîd bû, ew jî li vir man. Tahir Qujikî hebû. Hesenî bû. Bavê min dengbêjî ji wan girtiye. Bavê min digot, ‘wê demê ez zarok bûm, ji bo malê tiştekî hewce bibûya ez dişandim mala. Dema ku ez diçûm mala, heta kilam nedana gotinê tişt nedidan û ez bernedidamʼ."
 
Xwediyê 300 kilaman e

Li gorî agahiyan, Xalê Birê 1000 kilam gotine. 600 kilam bi xwe çêkiriye. Lê kurê Xalê Birê Şewqî ev agahî sererast kirin, ew dibêje, "Bavê min teqrîben 400 kilam gotine. Li arşîva Radyoyê Urmiyê 386 kilamên wî hatine tomarkirin. Ji 1968ʼan ve heftê 2 stranên xwe di Radyoya Urmiyê de tomar dike. Dema înqilabê memurê înqilabê bi ser radyoyê de girtine û nezîkî 150 kilamên wî bi sedema gotinên siyasî û şoreşgerî reş kirine. Bavê min nêzikî 300 kilam bi xwe çê kirine. Ne 600 e, ewa ne rast e. Kilamên wî hinek gelerî ne. Hinek jî ji dengbêjên din girtine. Wek mînak kilamên Reso, Şêroyê Biro, Hecî Ebdulkerim gotiye. Li Stenbolê 4 kaset dagirtine. Kasetên wî jî li ser xerîbiyê ne."


Îran e Xwaş Îran e û Stenbol

Li ser naveroka kilamên xwe Şewqî Newrozî dibêje, Xalê Birê kilamên xwe zêdetir li ser evîndariyê gotine. Ji kilamên şeran hez nekiriye û pirr kêm gotine: “Kilamên ji bo evîndariya welat weke evîndariya keçikekê temam kirine. Di devê xwe de sansur kirine. Dema ku kilama ‘Îran e xweş Iran eʼ gotiye, rejîma Îranê bi ser de girtiye. Gotine, ‘tu di nav Iranê de çawa sînorê Kurdistanê diyar dikî?ʼ Ji bo wê digot, me nikarîbû bigota. Kilama ku pê hat naskirin Îran e xweş Îran e. Wekî din Cînar canê, Gulnazê, Eşîrê, Yeman yeman, Qemerê jî malê qemera, pismamo hebûn."
Xalê Birê neçûye dibistanê. Ne xwende bûye. Lê dîsa jî wî kilam çêdikirin, û kurê wî wiha behsa vê yekê dike: "Bavê min nexwende bû. Hemû kilamên xwe di serê xwe de digirtin. Min rokê jê pirsî. Tu çawa kilaman çê dikî? Wî got, ‘Kilam ji bo min pirr rehet e. Çi ji min re xweş be, ez wê bi lezê di mejiyê xwe de dikim kilam. Ez li zozanek, rûbarek, çemekî binêrim kilam xwe bi xwe bi min re tê. Gava kilambêjek kilamek bigota, min gişkî di serê xwe de digirtʼ. Xalê Birê kilamên dirêj nedigotin, wî digot, gava kilam dirêj bin, dibin çîrok. Bavê min kilaman di 3 bendan de temam dikirin. Pirr kêm kilamên 4 bend gotine. Carekê kilama xwe zû xelas kir, min jê pirsî ‘kilama te pir xweş bû, te çima dirêj nekir?ʼ Wî got, ‘Wê demê dibe çîrok.ʼ Kilamên bavê min pirr nehatine nivîsandin. Min hinek jî nivîsîne, lê dixwazim gişan xelas bikim. Nezîkî 45 kaset û 140 kiilamên wî jî di CD´yê de li ba min in."

 

Hesreta wê ya yekîtiya Kurdan

Xalê Birê ji bilî dengbêjiyê insanekî kurdewar, şoreşger bûye. li ser vî aliyê wî kurê wî Şewqî dibêje, "Xalê Birê bi Kalan re kal, bi ciwanan re ciwan, bi zarokan re zarok bû. Alemê pirr jê hez dikir. Ji bo wê jî nakokiyên di nav ciwakê de jî çareser dikirin. Dema ku meclîsek kom bibûya behsa eşîrtî, kurdewariyê dikir. Behsa şervaniya bavê xwe, şerê ku tevlî bûbû dikir. Bavê min nediçû gundan. Zêdetir millet dihate mala me. Ji bo guhdarîkirinê ji derveyî gundê me pirr xelk dihat. Em li gundê Coniyê diman. Pirr hezkiriyên wî hebûn. Dema kû diçû cihekî din heta sibê kilam digotin. Li Îranê, Serhedê, li Tirkiyeyê pirr hezkiriyên bavê min hebûn. Her tim digot, Kurd nabine yek. Ji bo wê pirr dilê wî dişevitî. Her tim behsa şoreşa Kurdan ya çar perçên Kurdistanê dikir."
Ew evîndarekî kilaman bû. Şeva ku rehmet kir jî kilam gotine. Kurê wî Şewqî hingê li malê bûye: "Bavê min li malê wefat kir. Ez jî li malê bûm. Me nimêja sibê kir û çûn ketin nav cihan. Dengê wî dihat. Kilama Xalid Begê digot. Pirr kêfa wî ji kilama Xalid Begê re dihat. Êdî em razan, piştî demekê dayika me gazî me kir, got, rabin bavê we nizanim çi lê hatiye. Celta dil lê dabû. Bavê min 15 Sibata 2000ʼî, 72 salî çû ber dilovaniya Xwedê."
 

Şewqî Newrozî

Kurê Xalê Birê, Şevqî jiyana xwe gundê kal û bavê xwe Coniyê kû girêdayî Urmiyê berdevam dike. Karê cotkarî dike emrê xwe 53 Saliye û xwedî ccar zarokane. Sewqî herî davî kêfxwaşî, razîbûna xwe ji bo wê axaftinê anî ziman û xatirê xwe û xemgîniyê ji van gotinan wa ji me xast. „ez ji we pir razîme. Em wek zarokê Xalê Bîrê 5 bira û 3 xuşkin. Giştî gundê Coniyê dimînîin. Gundê mera Gunde Taxiirxanê Siimko dibêjin. Mixabin malbatê de kesekî wek bavê min dengbêj tune. Xuzila yek hebuya şopa bevême bidomanda. Ji bo wê ez pir xemgînim.''
 

Pêşmergetiya Xalê Birê

Xalê Birê wek bavê xwe, bi ruhê şoreşgeriyê radibe û di nav karê PDK-Iranê de cih digire. Di navbera sala 1978ʼan heta 1993ʼan da bi giştî 6 salan pêşmergetiyê dike. Sê caran dikeve zindanê. Ji bo jiyana siyasî û şoreşgeriya Xalê Birê kurê wî Şewqî dibêje, "Xalê Birê ji ber kilama ‘Iran ê xweş Îran eʼ tê girtin. Lê gava hêzên rejîmê pê dihesin ku ew ji binemala Simkoyê Şikak e, ji tirsa şiyarbûn û nerazîbûna gel, wî berdidin. Ji ber sedemên siyasî sala 1984ʼan Îran ê diterikîne û li Stenbolê bi cih dibe. Li Stenbolê bi awayekî amatorî 4 kasetên stran û kilamên xwe bixwe tomar dike. Stranên van kasetan bi pirranî li ser xerîbiyê ne. Li Stenbolê êrişî Xalê Birê dikin, di encamê de ew birîndar dibe û bi qasî 3 mehan tê dermankirin. Sala 1989ʼan ew vedigere Îranê [Rojhilatê Kurdistanê]."

 

Ji bav û kalan ve welatparêz in

Dengbêj Xalê Birê ji malbateke niştimanperwer, şoreşger û hûnerhez e. Kalikê wî tevlî şoreşa Şikaka bûye. Ji bo şoreşgeriya malbata xwe Şewqî dibêje, "Navê kalikê min Mistefa ye. Jê ra digotin, Mistê. Navê bavê kalikê min jî Birê bûye. Dema xwe da tevlî şoreşa Şikakiya bûye. Navê eşîra wan Evdoyiya ye. Bavê Xalê Birê, Mistê tevlî Şerê Tebrîzê bûye. Kalikê me şervanê Celal Axa biye. Piştî ku Celal Axa 1905ʼan da şehîd dikeve kalikê me Mistê tevlî Şoreşa Simko Axayê Şikakî dibe. Kalikê min 1941ʼan da dişe ber dilovaniya Xwedê. Wê demê bavê min 13 salî biye. Bavê mîn 1928ʼan da ji dayik bûye. 3 kur û 3 keçên kalikê min Mistê hebûne. Xalê Birê, ê herî mezin bû."