Kurtefilma “Sar” a ku derhêneriya wê Adar Baran Deger kiriye, beşdarî festîvala navneteweyî ya Cannesê dibe.
Adar Baran Deger, dîmenên filma xwe li Wanê girtine û film behsa xem û azarên penaberan dike, yên ku li ser sînorê Îran û Wanê di nav şertên xerab de kar dikin, tên kuştin û winda dibin.
Filma “Sar” di beşa “Short Corner” ya festîvala Cannes a 74’an de di navbera 6 û 17’ê Tîrmehê de dê were nîşandan.
“Sar” yekemîn kurtefilmê Adar Baran Deger e.
NAVENDA NÛÇEYAN