Rengekî ji Elbistanê Olîgol Dogan 

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 11 Gulan 2021 - 05:05

  • Alî Gul Dogan yan jî bi navê xwe yê esas Olîgol, bi albuma xwe ya bi navê Divê Elbistan Zanibe tê naskirin. Di nava xebatên çandî de ev 37 sal in keda wî heye û ew dixebite.

Helbesta xwe ya pêşî 16 salî li ser zarokekî karkerê çandiniyê yê 12 salî nivîsî. Wî 100 helbestên Kurdî nivîsîne û bi tembûra xwe ji 50 helbestên xwe stran çêkirine. Ew li rojavayê Fransayê, li bajarê Nantesê dimîne. Ev hunermendê ku bi dehan salan e, keda xwe diyarî saziyên çandî û civakî kiriye, Alî Gul Dogan e.

Alî Gul Dogan ji bajarê kevnar Elbistanê ye. Ew 15’ê Mijdara 1959’an li gundê Qastalê ji dayîk dibe. Dibistana seretayî li gundê xwe û ya navîn jî li Elbistanê dixwîne. Piştî wê di sala 1979’an li gundê xwe dest bi mamostetiya dibistana destpêkê dike. Ji ber ku ew tevlî nav tekoşîna civakî dibe, piştî çend mehan jandarma wî digirin û sê hefteyan êşkenceyeke giran lê kirin. Lê nikarîn tiştekî bibînin ku wî pê sûcdar bikin. Ji ber wê jî wî berdidin.

Dogan heman salê mecbûr dimîne ku welatê xwe bi cih bihêle. Ew heya sala 1981’ê li Elmanyayê dimîne. Di navbera salên 1981 û 1984’an de li Parîsê, salên 1984 û 1997’an li Lorientê û ji sala 1997’an ve jî li Nantesê dimîne. Sê zarok û du neviyên wî hene.

Alî Gul Dogan, ev 37 sal in, bê navber dixebite. Di navbera salên 1984 û 1992’yan de li bajarê Lorientê di kargeheke cemidandinê de xebitiye. Ji sala 1992’yan ve jî karê avahîsaziyê dike. Her wiha ev nêzî 25 salan e ku ew tevî komaleya Kurdan a li Nantesê xebatên çandî bi rê ve dibe.

Albûma Divê Elbistan Zanibe

Dogan yek ji endamên TEV-ÇAND’ê ye. Bi Kurdî û Tirkî helbestan dinivîse û stranan çêdike. Heya niha 300 helbestên Tirkî û 100 helbestên Kurdî nivîsandine. Her wiha ji bo 50 helbestên xwe jî muzîk çêkiriye. Ew bingeha muzîka xwe bi çarînên xwe ava dike. Di sala 2006’an de albûmek bi navê “Divê Elbistan Zanibe” derxistiye

Dogan sala 1976’an dest bi nivîsandina helbestan dike. Gava mirov li helbestên wî dikole, mijarên cihê derdikevin pêşiya me. Di helbestên wî yên ewil de mijarên wek bibîranînên şoreşgerî, koçberî û sirgûniyê derdikevin pêş. Ber bi salên 1990’î ve mijarên wî dibin siyasî û piştî 2005’an jî herî zêde li ser heqîqeta mirov dinivîse.

Helbesta wî ya yekem li ser zarokekî karker e. Ev zarok gundiyê wî ye û 12 salî ye. Di sala 1976’an de digel malbata xwe diçe Edeneyê. Kurik li wir dest bi karê çandiniyê dike. Xwediyê erd lawik dikuje. Dogan jî, wê demê 16 salî ye. Ew helbestekê dinivîse. Di vê helbestê de çîroka wî kurikî dibêje.

Şîngirêdana Hasan Goksungur

Bibîranîneke Alî Gul Dogan û malbata min jî bi hev re heye. Birayê min Hasan Goksungur sala 1993’yan ji doza PKK’ê hate girtin. Ew hîna jî di hepsa Elbistanê de ye. Dayik û bavê min ti carî ew bi tenê nehiştin. Bavê min sala 2019’an wefat kir, wê demê birayên min xwestin ku biçin serdana bavê min. Wê rojê birayê min ji bo çar saetan hatibû gund. Piştî ewqas sal tenê ji bo çar saetan destûr wergirtîbû. Destên wî di kelepçeyê de bûn. Vî dîmenî li ser dost û cîranan tesîr çêkir. Bi destên kelepçekirî hatibû şîna bavê xwe. Hunermend Dogan ji bo şîngirêdana birayê min helbestek nivisî. Ev şîngirêdana Goksungur li ser civakên herêmê gelek bandor çêkir. Gotinên li ser şînê wiha ne;

Way li min li min derdî girano
Ji min re çi di bên derî cîranno
Ez ê herim ber derdê camêrano

Hesenê min girtine li Elbistanê
Bi gencî êsîrê bîst û heft salanê
Omre xwe feda kir sawa Kurdanê

Bavo rabe Hesenê te hatiye
Kako rabe mêvanê te hatiye
Delale te hatiye lawê te hatiye
Girtiyê te hatiye camêrê te hatiye

Hesenê min bi çar seetan berdan
Dor hilanîn bi mufrezan bi candarman
Bavo tu çû bi hesretan tu çû bi derdan

Rastiya navê Olîgol

Alî Gul Dogan navê “Pîr Olîgol” li xwe kiriye. Li gundên Elbistanê bi navê Olîgol gelek kesên din jî hene. Ji ber ku ev navê bi Kurdî qedexe bû, saziyên dewletê di belgeyên fermî de navê wî wek “Aligul” dinivisînin.

Li Elbistanê bi navê Olîgol ziyaretek jî heye. Ziyareta Olîgol li ser Çiyayê Nuqrêq e. Ev ziyaret li serê zinarekî ye û gol û şikeft li derdorê hene. Malbatên ku zarokên wan çênabin diçin vê ziyaretê da ku mirazê wan hasil bibe. Heger zarokekî kur çêbe navê Olîgol an jî Gollo lê dikin.

Her wiha pîrên Elewiyan jî navê Olîgol bi kar anîne. Ji lewma li herêmê gelek kesan ev navî li xwe kiriye. Ev nav di rastiya xwe de ji ziyaret û navê pîran tê. Di nav civakê de ji van kesan re dibêjen Olîgol yan jî Gollo.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.