"Prison n°5" yan jî li dojehê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 30 Adar 2021 - 01:02

  • Kitêba Zehra Dogan a bi navê "Prison n°5" bi Fransî û bi xêzan behsa êrişên dewleta Tirk li dijî îradeya siyasî ya Kurdan, êrişên li dijî xwerêveberiyan û zilm û êşkenceya li hepsan dike.

Rojnamevan û şêwekar Zehra Dogan bi vê kitêba bi navê Prison n°5 bi xêzan, behsa Hepsa Hejmar 5 a Diyarbekirê dike. Jixwe, pirraniya xêzên di vê albuma şêwekariyê de ku weke kitêb hat çapkirin, li vê hepsê bi xwe hatine xêzkirin. Di kitêbê de ew behsa eziyet û êşkenceya her roj lê dihat kirin jî dike. Ji ber ku wê xêz dikir û direngand ev zilm lê dihat kirin. 

Ji bo ku karibe materyalên li ser wan xêz bike yan jî bi rengîne, wê ji hevaleke xwestibû ku tim û daîm jê re bi paqî li ser kaxezê binivîsîne û pişta wan kaxezan vala bihêle. Wêneyên ku wê li ser pişta van kaxezan xêz kirin, yek bi yek bi dizî ji hepsê hatin derxistin. Gava hatin berhevkirin jî veguherîn şahidiyeke mirova/n metelmayî bihêle ya li hepsa Diyarbekirê. Ew weke pêşangeh jî li gelek deveran hat nîşandan. Niha jî bi Fransî weke kitêb hatin berhevkirin û xwedî hêzeke neasayî ya xurt in.

Pê re jî Zehra Dogan behsa serpêhatiya xwe ya li hepsê dike: "Ev dîwarên mişt in ji serpêhatiyan"... Ev serpêhatî jî yên, piçûkxistin, eşkence, nexweşî, bêparkirina ji tiştan û berxwedanê ne. 

Resmkirina êrişa li djiî xwerêveberiyê

Zehra Dogan di kitêbê de bi bîr dixe ka çawa pêvajoya aştiyê hat birrîn, çawa êrişî civîn û çalakiyên HDP´ê hat kirin, çawa av û elektrîk ji ser gundan û taxan hat qutkirin…. Û êrişên li dijî rêveberiyên xweser. Ew şahidiyên xwe yên li Nisêbînê jî dinivîse. Heqaretên bi nivîsên li ser dîwaran li xelkê hatî kirin, kuştin, zilm û eziyeta dagirkeriyê. Ew bi bîr dixe, çawa li Amedê, li Sûrê mizgeft jî hatine xirakirin, bi destê hêzên eskerî yên dagirkeriya dewleta Tirk.

Rojaneyeke li ser zilma li girtiyan

Zehra Dogan bi propagandaya ji bo rêxistinê hatibû tewanbarkirin û delîl jî çend wêneyên wê xêzkirî bûn. Axir wê "Prison n°5" ji bo behsa serpêhatiya xwe jî bike, bi kar aniye. Ew behsa girtiyên nexweş dike, yên ne tên berdan û ne jî tên dermankirin. Ew behsa wê yekê dike ku di qawîşa wê de 22 cih hebûn lê 33 girtî. Û hîna gelek tadeyên din ên bi qest ên rêveberiya hepsa dewleta Tirk li Diyarbekirê di kitêbê de cihê xwe digirin. 

Mirov dikare bibêje, ya ku Zehra Dogan bi vê kitêbê dike, gereke bi rehberiya wê ya li vê zindana dewleta Tirk e. Mirov birînên fizîkî û ruhî yên bi hepsiyan re peyda dibin, hem di xêzên Zehra Doganê de dibîne û hem jî di nivîsên wê de. 

Dîrokçeya hepsa Diyarbekirê

Di vê kitêba weke albumekê de bi kurtî behsa dîroka Kurdistanê, darbeyên eskerî yên li Tirkiyeyê û tesîra wan li Kurdan jî tê kirin. Qedexekirina Kurdî, êşkenceyên piştî darbeya eskerî ya li hepsa Diyarbekirê û berxwedana girtiyên ji doza PKK´ê jî cihê xwe digirin. Û helbet Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14´ê Tîrmehê jî nehatiye jibîrkirin.
Prison n°5 ji weşanên Delcourt derketiye û li Fransayê li pirtûkfiroşan peyda dibe.

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.