- Kakşar Oremar: Eyşe Şanê baş dizanî ku ewê neyê jibîrkirin, keda wê yê bikeve nava rûpelên dîroka hunerê, lê yê gelek xwezî û hesretên nedîtî jî bi xwe re bibe nava dilê axa sar.
MIHEME PORGEBOL
Îro salvegera wefata hunermenda Kurd Eyşe Şanê ye; ew hunermenda ku dengê wê hê jî di guhên gelekan de ji wan demên radyoyên Êrîvan û Bexdayê mayî, holan dide. Nivîskar, lêkolîner û bernameçêker Kakşar Oremar li ser Eyşe Şanê bi navê "Prensesa bêtac û text" kitêbek nivîsandiye ku heta îro xebata herî berfireh e li ser Eyşe Şanê. Em pê re li ser jiyan, huner û xisletên Eyşe Şanê peyivîn.
Tu dikarî ji kerema xwe, behsa jiyana Eyşe Şanê bikî, ew bûyerên muhim çi ne?
Sala 1938´an li Amedê hate dinê. Babê wê Osman dengbêjekî naskirî û dayîka wê Elîf xanim jî ji malbateke naskirî ya Kurdên Erzrumê bû. Ji ber wê jî Eyşe Şan pirrî caran behsa esil û feslê xwe dike û bi Kurdbûna xwe serbilind e.
Eyşe Şan hê zarok bû ku hesreta strîna kilamên Kurdî bi rêya dengê babê wê hestên wê yên hunerî jî bişkivandin. Ew pirî caran dibêje: "Ez ji bo ku stranên babê min ji hêla dengbêjên din ve baş nedihatin gotin, ketim ser rêya hunerê. Dema babê min tsrana Lêlê bêmal digot, ez li pişta deriyê dîwanxaneya mala me mendehoş dibûm. Xwezila der û dîwarên mala babê li Amedê bikarîban biaxivin û çav û guhê wan hebûya, hingî we bizanîba ka ez çi dibêjim..."
Eyşe Şan ji destpêka sala 1963´an û şûnde ew dengê xwe bi rêya radyoya Entabê digihîne guhdarên xwe. Piştre dema ku diçe Stembolê êdî bi rêya sêlikên [plakên] ku du yan jî çar stranên Kurdî û Tirkî digirtin nava xwe, bala civaka Kurd dikişîne ser xwe. Bihîstina dengê wê di wê atmosfera tije tirs ya înkarkirina neteweya Kurd weke dengê banga melayê mizgeftê bû ku berê sibê zû xelkê ji xewê şiyar dike da ku îbatê bikin. Bihîstina dengê Eyşe Şanê jî weke dengê wan dayîkan bû ku ji zarokên xwe re bibêjin: "Şiyar bin û baştir li dora xwe binêrin, dijminên li dora we yê sal ji salê zêdetir çembera we tengtir bikin. Ez dengê stran û evîndara zimanê Kurdî me, Kurdino ji armancên min fam bikin...".
Ji bîr nekin ku her kar û rûdanek li gorî îmkan û şertên dema xwe wê bêne nirxandin. Em behsa serdemekê dikin ku li rex tinebûna îmkanên teknîkî û ragihandinê bizava siyasî jî li Bakurê Kurdistanê him hatibû fetisandin û him jî li hemberî siyaseta Kemalîstan a rasîstî şer an jî xebateke wiha bihêz tinebû. Dengê Eyşe Şanê di wan salan de dengê hêviyên nû û mezin û weke hêza tava rojê germ bû. Jiyan li rûerdê bê tava rojê mumkin nîne.
Ew destpêk li gorî şertên wê demê li Kurdistan û Tirkiyê bi dehan peyamên şiyarbûn û şoreşeke siyasî-çandî bû.
Serdema ku Eyşe Şanê dest bi karê huner rabû, li Bakurê Kurdistanê rewşa siyasî a doza Kurdistanê bi înkar û bişaftinê re rû bi rû ye. Kemalîstan bi çar gavan meşa xwe ya li dor tinekirina hemû taybetmendiyên Kurdan yên civakî, çandî û siyasî xistine gereke bêrawestan.
Ji temenê 9 saliyê û şûnde êdî ew bêbab e, dayîka wê bi tena serê xwe nikare debara wan bike, neçar Eyşe Şan xwe fêrî karê kinc dirûtinê dike, lê gelek caran jî bi dizî xwe digihîne wan hunermendên ku ji muzîk û rîtimên muzîkê fam dikirin. Yek ji wan jî Husinî bû ku bi Celal Guzelses re kar dikir û pirrî caran Eyşe Şan bi dizî çûye cem wî û xwe hînî awayê strînê tevî înstrûmanên weke cûmbûşê kiriye.
Li hêla din jî Eyşe Şan di rewşekê de dengê xwe bilind dike ku ne malbat, ne civak û ji wan jî girîngtir dewleta Tirkiyê li dijî wê pêngavê ne. Ew deh salan li Stembolê xwe vedişêre ku bi destê birayê xwe neyê kuştin. Wê êşa xerîbiyê em di deng û awazên Eyşe Şanê his dikin.
Ez xebata Eyşe Şanê ya wan salan weke karê şervanekî dibînim ku piştî ketin û şikesta di qada şer de ji nişka ve rabe ser piyan û di nava agir û xwînê da ala berxwedanê bilind bike û wiha biqêrîne: "Em hene, hûn nikarin hebûna me tine bikin."
Taybetmendiyên hunerê Eyşe Şanê çi bûn? Ew miroveke çawa bû û ev nasnameya xwe di hunerê xwe de çawa da der?
Eyşe Şan dema dest bi karê hunerî dike, Kemalîst bi rêya geşkirina bazara muzîkê û dengxweşên Kurd pêngava yekê ya asîmîlasoyên li Bakurê Kurdistanê davêjin. Celal Güzelses (1899 - 1959 ) pêşengê karekî wiha ye û ji ber wê jî Mistefa Kemal wî weke "Şark Bülbülü" (Bilbilê Şerqê) bi nav dike. Merem û stratejiyeke domdirêj li pişta vî paşnavê Celal Güzelses heye. Wan salan li gorî gotina Husnoyê sazbend dema ku Celal Güzelses cara yekê, sala 1957´an dengê Eyşe Şanê dibihîse, ji wê dixwaze ku biçe nava koma wan a Diyarbekirê, lê ew wê daxwazê napejirîne. Li vira xuya dibe ku qedexekirina ziman û strana Kurdî bandoreke xerab li ser hestên Eyşe Şanê hebûye ku piştre li rex stranên Tirkî bi zimanê xwe yê dewlemend bi Kurdî jî distire. Nasnameya deng û awazên wê Kurdî ye. Ew keça dengbêjan e û agahdarî xizîneya tije durr û gewher a stranên Kurdî ye. Jineke rewşenbîr û Kurd e ku huner di xwîn û hemû hucreyên laşê wê de weke mîrasekê ji civata dengbêjên Kurd û hunerê Kurdî yê klasîk jê re maye. Jineke ku dema dibe stranbêj û tê naskirin xwe wenda nake û nakeve pey populîstiyê, tenê dixwaze dengê huner û zimanê gelê xwe be. Dema bi Tirkî distre, zêde bala guhdaran nakişîne ser xwe lê dema bi Kurdî distire êdî nav û dengê fîrmayên plakçêkerên ku pêre kar dikirin, li her derê belav dibe. Eyşe Şan wefadar bûye û soza ku dabû xwe qet neşikand.
Li hêla din jî naveroka stranên Eyşe Şanê, gelek peyamên zelal bi me re parve dikin. Salên 1970´yî û bi şûn ve bi rêya radyoyên Êrîvan û Bexdayê dengê Eyşe Şanê li her derê belav dibe. Kes nizane ew kî ye û ji kû ye, lê dengê wê heyecaneke mezin di nava gel de diafirîne.
Behsa "Derdê hewiyê"
Strana Derdê hewiyê stran di serdemekê de ku bixwe bi ser hewiyê de çûye û şû bi Hecî Şewketê Dêrikî kiriye, dema ku zîz dibe û venagere mala mêrê xwe, bi dilekî tije xwîn nivîsiye. Gelo peyam ji wê baştir ku em bi şoreş û asta rewşenbîriya Eyşe Şanê nehesin? Civaka feodal û zordariya sîstema mêrsalariyê gelekî ruh û hestên wê birîndar kirine. Wê jî tenê bi stranekê bersiva derdên wê sedema jiyana jina Kurd li Kurdistanê daye. Ger Eyşe Şan tenê "Derdê Hewiyê" û "Xezal-Xezal" bigotana dîsa jî nav-dengê wê yê li her derê belav bûya û bibûya malê dîrokê.
Mijara stranên wê, klasîkên Kurdî, çîroka jiyan û serbihûriyên wê bixwe û stranên siyasî ne ku li pey geşbûna bizava siyasî li bakur dest pê dike.
Dengê Eyşe Şanê wisa bi bandor bûye ku carinan ji ber gotina straneke folklorîk MÎT´a Tirkiyê ew vexwendiye navenda parastina xwe li Enqerê û ew xistine ber lêpirsînê. Gelek êşandine û sivikatî pê kirine, lê wê jî serê xwe ji daxwazên wan re netewandiye. Tevî ku ji hêla malbat û gelê xwe ve rastî qedirnasiyê nayê, lê ew bi esil û esaleta xwe dizane, karekî nake ku bi nav û karê wê, gelê wê xwe serşor bibîne. Eyşe Şan jineke xwedî soz û biryar bû ku di temenê xwe yê kurt de berhemên pirr baş û xwedî peyam afirandin û kirin malê dîroka hunerê Kurdistanê.
Di serpêhatiya Eyşe Şanê de tişta herî zêde tesîr li te kirî û tu dikarî bibêjî bibîranînên wê yên herî darîçav in, kîjan in?
Tişta herî zêde ku min diêşîne, ew bû ku heya sax bû, kesî bi qîmeta wê nezanî. Wê pirrî caran ji kurê xwe Murad re gotibû: "Kurê min hûn nizanin ez kî me, lê piştî mirinê, yê gelek kes bêne cem we û pirsa kar û xebata min ji we bikin, lê ez heya sax im, kêm kes dizanin ez kî me û min çi kiriye..."
Eyşe Şan heya sax bû ji kêleka neteweya xwe dûr neket, lê heta dema ku li Bakur û Başûr Kurd xwediyên saziyên xwe jî bûn ked û xizmeta wê neanîn bîra xwe. Em miletên rojhilata navîn "zindîkujên mirîperest in". Piştî wê roja 18´ê Kanûna 1996´an ji jiyanê veqetiya, êdî her kes ket pey nav û dengê wê!
Dema ew strana "Hey Wax Dayê" dibêje, li rex dîtina hemû êş û elemên ku rastî Eyşe Şanê hatine dayîka min jî tê bîra min ku li pey bihîstina dengê wê hêsir dibarandin û tim digot: "Hemî bextreşî û xwelîseriyên hezar salan yên jiyana jina Kurd di xerîbiya dengê Eyşe Şan û Meryemxanê da têne bihîstin...".
Dema "Bavê Seyro û Cembelî kurê mîrê Hekariya" bi wî dengê xwe yê şilik û nazik dibêje, evîneke herî paqij a du mirovan weke rêze filmekê tê ber çavên min. Bi rastî carna ji bihîstina dengê wê mendehoş dibim, haya min ji min namîne.
Wê dikarî bibe lîstikvana herî baş a filmên sînemayê lê dema Yilmaz Guney dixwaze karekî wiha tevî wê bike, tê girtin û ew projeya wan jî naçe serî.
Tişta ku Eyşe Şanê ji yên din cihê dike çi bû?
Ew jineke bitenê û bêkes bû, lê dûrbîn û zana bû. Dizanî yê kengî, çima û çawa pêngavên xwe bavêje. Heger em xwedî welatekî azad û serbixwe yê bi navê Kurdistanê bûna, ti gomana min nîne ku kesayetiyê yekê yê desthiltdar li welatê me yê taceke zêrîn û herî bihagiran pêşkêşî Eyşe Şanê bikira. Ji ber wê jî min navê pirtûka xwe ya li ser jiyan û berhemên Eyşe Şanê: "Prensesa bêtac û text" daniye. Çimkî kesên ji huner û deng, muzîk û hestên hunerî fam dikin, baştir dizanin ka kesên weke Eyşe Şan, Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan û hwd. kî ne û çi kirine. Nav û keda xanima hêja û nemir Eyşe Şan herdem vê gotina bav-kalan bi bîra min tîne: "Tenê zêrîngir bi qedirê zêr dizane".
Eyşe Şanê baş dizanî ku ewê neyê jibîrkirin, keda wê yê bikeve nava rûpelên dîroka hunerê, lê yê gelek xwezî û hesretên nedîtî jî bi xwe re bibe nava dilê axa sar.
Cesaret û pêngavên ku Eyşe Şanê di çend pêvajoyên jiyana xwe de avêtin, cihê rêz û teqdîreke mezintir in. Tenê bi çêkirina rêze filmeke çend parî, em dikarin wê ked û emekê beyan bikin. Karê ku Ereban ji bo hunermenda navdar Umm Kelsum (1904 - 1975) kirine, divê em jî ji kesên wekî Meryem Xan, Gulbihar, Eyşe Şan, Nesrîn Şêrwan, Susîka Simo û hwd bikin.