"Pardon" bes e ji bo sansurê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 11 Sibat 2021 - 02:47

  • Alî Zulfikar biryara dadgehê ya betalkirina dozê wiha nirxand: "Dadgehê şaredar parast, biryareke skandal da."    

Resam Ali Zülfikar bi berhema xwe "Made in Turkey" serokçeteyê dewleta Tirk Erdogan teswîr kiribû. Şaredarê Linz am Rheinê Hans Georg Faust di pêşangeha wî de şertê sansurkirina vê berhemê anî. Alî Zulfikar ji ber vê yekê doz li şaredar vekiribû. Dadgehê doza li dijî sansûrê betal kir ji ber ku bi ya dadgehê, şaredar ji ber sansurê lêborîna xwe xwestiye û ev yek bes e. Alî Zulfikar biryara dadgehê ya betalkirina dozê wiha nirxand: "Dadgehê şaredar parast, biryareke skandal da."    

Şêwekar Ali Zulfikar beriya bi du salan, Mijdara 2018´an pêşangehek li bajarê Elmanyayê Linz am Rheinê vekir. Hingê şaredarê Linz am Rheinê Hans Georg Faust berhema wî ya bi navê "Made in Turkey" sansur kiribû. Şaredar îdîa kiribû, wî nexwestiye Kurd û alîgirên AKP´ê bên hemberî hev. Axir wî berhema ku serokê AKP´ê Tayyip Erdogan rexne dike sansur kiribû. Hunermend jî berhema xwe berê wê li dîwêr û bi nivîsa ev berhem hatiye sansurkirin, li cihê pêşangehê daliqandibû. Li cihê pêşangehê xelkê nerazîbûna xwe ji sansurê nîşan dabû û helwêsta hunermend jî kiribû ku sansura li dijî vî berhemî betal bibe. 

Hunermend Alî Zulfikar piştî bûyerê miracaetê dadgehê kir. Doz bi sedema "êrişa li dijî azadiya huner û fikr" a di destûra Elmanyayê (Xala 5´an benda 3´yan) hat vekirin. Lê Dadgeha Îdarî ya Koblenzê doz betal kir û wê got, lêborîna şaredar a bi gotinên "Divê ez lê mikur bêm ku hevsengiya di navbera ewlehî û azadiya huner de şaş e" bes e.  

Alî Zulfikar ji ber biryara dadgehê got, "Dadgehê sansur belge kir, lê şaredar parast. Ev yek ji bo welatekî demokratîk ê weke Elmanyayê skandal e. Ez ê ya hatî serê min bi hunerê xwe belge bikim û bersiva wan bidim. Ev dexma reş besî wan e."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.