Parastin wezîfeya ciwanan e

În 20 Cotmeh 2023 - 00:06

  • Mûrat Karayilan: Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li wê derê bi rola pêwîst rabûn û êdî wezîfeya parastinê radestî ciwanên li wê derê dikin.

Piştî ku Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê ragihand ku wan hêzên xwe yên li Kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mezmûrê) vekişandine, Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel, Mûrat Karayilan jî peyamek bi dîmen ji bo xelkê Mexmûrê weşand. 

Karayilan diyar kir ku weke Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hêzên wan ên li Mexmûrê mîsyona xwe temam kirine û got, “Em parastina li wê derê radestî ciwanan dikin.” Karayilan got, gumana wan nîne ku xelkê Mexmûrê wê bi rengê herî baş fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan temsîl bike.

Helwêsta Mexmûrê birûmet e

Fermandarê Biryargeha NPG´ê Mûrat Karayilan wiha axivî: “Beriya her tiştî, ez xelkê me yê hêja yê li Kampa Şehîd Rustem Cûdî silav dikim. Ewqas sal in gelê me, malbatên me li Mexmûrê seknekê temsîl dikin, gelekî zor û zehmetî dîtin. Hûn, xelkê Mexmûrê ji ber ku sekneke bi vî rengî nîşan didin, dijmin îro ji we ditirse. Bêguman ev sekin sekneke bi rûmet û hêja ye. Ji ber vê yekê dijmin êriş dike û dixwaze kampê ji hev belav bike.

Em hêzên xwe vedikişînin

Ez dixwazim bi we re parve bikim ku weke HPG´ê, me biryar da ku hêzên xwe yên leşkerî yên li wê derê, vekişînin. Haya we jê heye ku beriya niha bi demekê, me beşek ji hêzên xwe yên li wê derê vekişandibûn. Niha jî em dixwazin hevrêyên xwe yên mayî hemûyan, vekişînin. Bêguman di vê mijarê de kesî daxwazek ji me nekiriye; weke rêveberiya tevgerê, me nîqaş kir û biryareke bi vî rengî da. Bi vî rengî em dixwazin hêzên xwe yên leşkerî yên li wê derê vekişînin.

Gerîla ew herêm parast

Neteweyên Yekbûyî bi rengekî fermî Kampa Mexmûrê di statuya kampeke penaberan a siyasî de nas kiriye. Baş e çima nayê wê derê? Ji ber ku îdîa dikin ku kamp kampeke leşkerî ye. Lê belê di vê rewşê de divê mirov vê yekê ji wan bipirsin: Heger Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û xelkê Mexmûrê li wê derê li dijî DAIŞ'ê li ber xwe nedabûna, gelo niha wê cihekî bi navê Mexmûr yan jî Hewlêrê mabûya? Dema ku DAIŞ'ê dest bi êrişê kir, gelek herêm bi dest xistin. Di nava van şert û mercan de gerîla ji bo parastina wî warî çû wê derê. Heger gerîla nehatibûya, Mexmûr û herêmên mîna wê, di rewşa heyî de Neteweyên Yekbûyî jî Iraq jî nikarîbûn bimana. Lê belê wê demê gerîla ji bo Şengal, Mexmûr, Kerkûk û Dihokê kete nava liv û tevgerê û dest bi parastina van deveran kir. Bi taybetî berxwedana bi pêşengiya Şehîd Têkoşer û Denîz Firat kir ku Mexmûr, Kerkûk û Hewlêr bêne parastin. Lê belê niha Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê rola xwe ya pêwîst bi cih anîne û em wezîfeya parastinê êdî radestî ciwanên li wê derê dikin. Kamp kampeke siyasî ya penaberan e. Nabe ku ti kes ji bo êrişa li dijî kampê hincetên cuda biafirîne. 

Kampa Mexmûrê mînakek e

Hûn li ser fikra demokrasiya radîkal a Rêber Apo jiyanê ava dikin. Fikir û ramanên Rêber Apo feraseta demokrasiya herî bipêşketî ya vê serdemê ye. Di halê hazir de sîstemeke we heye, lê belê divê hûn fikr û felsefeya Rêbertiyê bêhtir tevlî wê sîstemê bikin. Yanî divê demokratîktir be, her tişt bi hilbijartinê bibe. Li wê herêmê divê hûn nîşanî her kesî bidin, bê ka demokrasî çi ye, sîstemeke demokratîk-xweser çawa tê avakirin. Yanî divê hûn bêhtir ruh bidin sîstema ku we ava kiriye û ne bi şeklî lê bi cewherî bi vê sîstemê bijîn. Li ser xeta Rêber Apo û şehîdên me yên leheng ên ku hûn gelekan ji wan baş nas dikin, hûn ê bi ser bikevin. Bi vê bawerî û hêviyê, li ser navê rêveberiya partiya me, we hemûyan careke din bi hezkirin û hurmet silav dikim, serketinê ji we re dixwazim.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.