Du jiyanên cuda hatin ba hev
Şemî 19 Tîrmeh 2025 - 03:40
Li ser banga Rêber APO ya 9’ê cotmehê de Koma Aştî û Civaka Demokratîk di 11’ê Tîrmehê li Silêmaniyê li herêma Şikefta Casenê merasîma şewitandina çekan pêk anîn. Koma ku ji siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rojnameger û hunermendan pêk dihat şahidiya merasîma dîrokî kirin. Yek ji van hunermend û aktîvîsta Aştiyê Julîde Kural bû. Julîde Kural da zanîn ku bi kelecan û hêviyek mezin çûne û got:“Em bi kelecan çûn wir. Wê çi em pêşwazî bikira, em ê di pêvajoyek çawa de bin û bandorek çawa bibe de bûn. Me ev yek nizanîbû. Lê ez jî di nav de em bi kelecanek mezin çûn wir. Nav me de kesên cuda difikirin jî hebûn. Bi giştî mereq û kelecanek mezin hebû. Me pêşwazî bi kelecanek mezin payî. Gelek bi bandor bû. Rastiyek hebû; du jiyanên cuda hatin gel hev. Ev 50 sal bû berdelên giran hatibûn dayîn. Rêxistineke ku berdelên giran daye û bi wêrekî li berxwe daye. Ev hevdîtin hevdîtina du jiyanên cuda bûn. Ez gelek bi bandor bûm. Belê rêxistinek wisa bû ku hatinek wan ya bi heybet hebû. Di serî de jineke wek Besê Hozat nûneriya wê dikir. Ev ji bo me jinan kelecanek mezin bû. Sekna bi rûmet a dîrokî bi me dan hîskirin.”
Atmosfera birûmet a bi heybet
Julîde Kural daxuyakirin ku ji bo dayikan wateyek pir cuda hebû û got:“Hesteke pir bi nirx hat afirîn. Em hemû bêdeng bûn û me ew atmosfera bi rûmet a bi heybet dît. Evqas bêdeng, bixwe bawer û dizanibûn ku çi dikin. Metneke pir jî baş hebû. Ya Tirkî Besê Hozat xwend. Ya Kurdî jî hat xwendin. Biryareke li ser baş hatiye fikirîn û xurt hebû, piştgiriya ji bo hemû nasnameyan hebûn. Piştî xwendina metnê çek hatin şewitandin. Danîna çekan, rêza wan, sekna wan, hawireke ku li alî aştiyê hebû. Em hemû bi bandor kirin. Ji ber çek tişta herî girîng a gerîla ne. Danîna çekan tiştekî tazîbûnê ye. Li alî aştiyê helwest girtin ev tazîbûn li ber çavan girtine. Ev bi ser xistin.Hêviya me zêde bû û me got wê bibe. Metnê berpirsyariyek girîng da ser milê me.”
Berpirsiyariya me mezin e
Julîde Kural destnîşan kir ku ew wek hunermendekê li wir bû û got:“Wê demê tiştek hat bîra me. Ji bo aştiyê ji bo piştgiriyê helbestên ji bo aştiyê hat bîra min. Li cîhanê aştî pir kêm e ji ber vê her tim berê şer helbest tên nivîsîn. Çend heval hatin bîra min û min got em xebatek wisa bimeşînin. Em dikarin beramberiya aştiyê bi helbest, lîstik, fîlm û muzîkê bikin. Em dikarin di hesta muzîkekê de aştiyê bidin hîskirin.” Julîde Kural anî ziman ku aştî ji têkoşîna demokrasî û jinê serbixwe nîne û got:“Berdela tundiyê ya herî giran jin û zarok didin. Ez ê bi mirovan re bêm gel hev. Ez niha amadekariya vê dikim. Min civîn pêşniyarê hevalên xwe kir. Hêza hunerê dikare bandorek mezin bike. Ez parêzvana mafê mirova me. Demek dirêj e em dibêjin divê girtiyên nexweş bên berdan.Ev mafê mirovan e divê girtiyên nexweş bên berdan. Ji ber sedemên siyasî girtîne. Ji bo aştiyê divê ev girtî bên berdan. Niha dema berxwedanek nû ye. Ev berxwedan ji bo hemû civaka sivîl, hêzên sosyalîst û demokratîk, jin û ciwanan ji bo vî welatî , ji bo aştî û demokrasiyê wê baş be. Ji bo ev derfet bê bikaranîn em ê kedê bidin û netirsin.”
JINNEWS/AMED