Hatin berdan, lê ambargo dewam e
Pêncşem 26 Hezîran 2025 - 03:05
Hevşaredarê Wargeha Mexmûrê Edban Yilmaz ku tevî hevalên xwe ve 37 rojan ji aliyê hêzên Iraqê ve hatibûn dîlgirtin got: “Divê NY li erk û berpirsyartiyên xwe xwedî derbikeve. Dixwazin bi van ambargoyan wargehê bikin girtîgehek servekirî!”
Şandeya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku ji Hevserokê Meclisa Gel a wargehê Ehmed Şehbaz, Hevşaredarê wargehê Edban Yilmaz û Hevberdevkê Komîteya Têkiliyan Derve ya wargehê Bêwar Emîn pêk dihat, ji bo çareserkirina pirsgirêkên wargehê di 14’ê Gulanê (2025) de serdana Bexdayê kiribûn. Şande piştî ku hevdîtin bi Wezîrê Edaletê re pek tîne, di vegerê de, li seytereya derketina Bexdayê de hatibûn girtin. Nûnerên wargehê piştî 37 rojan hatin berdan.
Hevşaredarê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Edban Yilmaz têkildarî sedema dîlgiritina şandeyê, ambargoya Iraq-PDK’ê û rewşa dawî axivî. Edban Yilmaz diyar kir ku ew hatine berdam lê hîn jî pirsgirêkên xelkê wargehê yên weke nasname, rêgirî û astengiya kel û pelan nehatine çareserkirin, yanî hîn jî ambargoya PDK’ê û Iraqê berdewam e.
Edban Yilmaz anî ser ziman ku ev 6 sal in ambargoyek ya Herêma Kurdistanê li ser xelkê wargehê heye û ambargoya Iraqê jî guman ji wan re çêkiriye û wiha pêde çû: “Di vê pêvajoyê de ambargoya Iraqê ji bo me guman dane çêkirin. Ji xwe ambargoya PDK’ê berdewam e û ji bo ku ev pirsgirêk kûrtir nebin me berê xwe dabû Bexdayê. Pirsgirêkên wargehê bi Wezîrê Edaletê re hat nîqaşkirin. Piştî vegerê em hatin girtin. Em bi awayek dizî û veşartî hatin binçavkirin. Em birin cihekî wisa ku me nezanî ku der e. Bi qasî 37 rojan em girtî man. Ti sedemek ya girtina me nebû. Em li ser navê gelê wargehê bi fermî çûbûn hevdîtinê.”
Herî dawî Hevşaredarê Wargeha Mexmûrê Edban Yilmaz destnîşankir ku ew hatine berdan, lê belê hîn jî ambargoya PDK û Iraqê berdewame, hîn jî pirsgirêkên wargehê nehatine çareserkirin û wiha axaftinên xwe domand: “Em penaber in û divê NY mafê me biparêze. Divê NY li erk û berpirsyartiyên xwe xwedî derbikeve. Dixwazin bi van ambargoyan wargehê bikin girtîgehek servekirî!”
ROJNEWS/ARMANC HEREKOL/MEXMÛR