Kalkan: Divê têkoşîn raneweste

Şemî 19 Tîrmeh 2025 - 03:50

  • Dûran Kalkan got, gerîla amade ye ku eger pêşî lê bê vekirin wê têkoşîna siyasî ya demokratîk bi rengê herî xurt bimeşîne û destnîşan kir, ku qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê divê bêne derxistin.

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan di bernameya taybet a Medya Haber TV'yê de nirxandinên girîng kir.

Nirxandina Dûran Kalkan bi vî rengî ye:

“Pêşî ez bi rêzdarî Rêber Apo silav dikim. 9’ê Tîrmehê bi rastî jî rojeke dîrokî bû. 26 sal û 10 roj şûnde careke din bihîstina dengê Rêber Apo û bi kamerayê be jî dîtina Rêber Apo bi kelecanî bû. Ev yek me hemûyan bi kelecanî kir. Em jî bi kelecanî bûn. Ev yek bi coş û girîng bû. Ev yek encama têkoşîna 26-27 salan e. Encamên wê yên cûrbecûr çêbûn. Ev yek di aliyê rojevî de lûtkeyê îfade dike.

Bêguman, hîn rêyek dirêj li pêşiya me heye. Divê têkoşîn raneweste. Divê bidome. Lê encamek girîng bi dest xistiye. Ev encama pêngava têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Hem asta pêngavê hem jî têkoşîna ku 27 sal in li dijî komploya navneteweyî tê meşandin careke din piştrast bû. Piştrast bû ku vala neçûye. Divê her kes ji vê yekê kêfxweş bibe. Keda wan vala neçû. Hewldanên wan vala neçûn. Encam digire. Ev yek bi eşkereyî derket holê.

Bi vê boneyê dixwazim vê yekê bînim ziman. Baweriya me vala neçûye. Hêvî û baweriya me ku em ê bi têkoşînê bi ser bikevin û têkoşîna Rêber Apo wê bi ser bikeve, vala neçûye. Berxwedêrên zindanê ev yek fêrî me kirin. Ji Hakkiyan dest pê kir û şehîdên me ev yek fêrî me kirin. Ez nikarim bêjim ku wê ji niha û pê ve serketinên mezin derdikevin holê. Yanî yên ku heta niha hene, em bibêjin ev pêşketinên destpêkê ne. Pêşketinên esasî yên mezin wê ji niha û pê ve werin.

Rêber Apo di dîmenê dawî de azadiya takekesî û azadiya civakê di nava hev de digire dest. Em tevlî vê fikrê dibin. Ev nêrînek felsefî ye. Rêber Apo her tim bi vî rengî nêzîk bûye. Lê niha, di van şert û mercan de em dixwazin ku beşa yekem a wê formulasyonê têkeve meriyetê. Ger beşa yekem têkeve meriyetê wê rêya duyemîn jî vebe. Yanî, ger kes azad bibe, civak jî azad dibe. Divê rêya azadiya fîzîkî ya takekesî were vekirin û gavan bavêjin ku azadiya civakî pêş bikeve. Tenê bi vî rengî dibe. Jixwe ew kî ye eşkere ye, ma ne wisa ye? Ne hewce ye ku bê gotin, ew azadiya fîzîkî ya Rêber Apo îfade dike.

Niha azadiya fizîkî ya Rêber Apo xala sereke ya hemû azadiyên li Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Hemû daxwazên din wê li ser bingeha wê werin bicihanîn. Ji ber vê yekê, divê her kes çareseriyê bi zelalî bibîne. Bila her kes daxwazên xwe bîne ziman û divê azadiya fizîkî ya Rêber Apo wekî armanca sereke ya daxwazên xwe bibîne.

19’ê Tîrmehê wek xaleke mîladî bû; ji bo me dîrokeke girîng e. Piştre 11’ê Tîrmehê ew temam kir. Ya duyemîn, ez dixwazim ewilî vê bibêjim; ez hemû hevrêyên jin û mêr ên ku banga Rêber Apo bi serketî bi cih anîn pîroz dikim. Yanî wan helwest, tevger û xebateke pir serketî û dîsîplîn nîşan dan ku bi tevahî li gorî milîtanê fedaiyên Apoyî bû.

Merasîma 11’ê Tîrmehê çekdanîna gerîlayan zelal kir. Êdî hemû gumanên bi vî rengî ji holê hatin rakirin. Tenê tiştê ku dimîne ev e ku divê tedbîrên pêwîst werin girtin. Yanî, navnîşana wê bê kî ye diyar e. Hin kes dibêjin, "Êdî dora dewletê ye."

Di merasîmê de çavê sêyemîn, yanî çavdêr hebûn. Nûnerên siyasî jî hebûn. Ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatibûn. Ji Iraqê, ji Başûrê Kurdistanê hatibûn. Heta yên ku ji derveyî welat jî hatin hebûn. Me xwest zêdetir saziyên mafên mirovan li wê derê hebin. Ango komîsyonek heba beralî kiriba. Rêber Apo ji destpêkê ve israr kir. Çi kêm e li holê ye. Ango rêveberiya dewletê ya heyî û desthilatdariya AKP’ê ye ku vê yekê nekir.

Pirsgirêka Kurd û nêzîkatiya PKK’ê û Rêber Apo ya ji bo vê ne nêzîkatiya parvekirina desthilatê, parvekirina derfetan e. Eger tîştek wiha hebûya, wê bazarê kiriba. Wê bazirganiya bide û bistîne kiriba. Ji ber vê yekê pêwîstî bi navbeynkarekî sêyemîn hebûya. Ne wiha ye. Pirsgirêka hebûn, azadî û jiyanî ya gelekî ye. Ango hemû cîhan bûne yek û dibêjin “Kurd nînin.” Dixwazin tine bikin. Kurd jî bi gotina “Em hene” bi sed sal in li ber xwe dan. 50 sal in jî PKK’ê ji bo windanebûna vê hebûnê têkoşiyan. Bi dayîna ew qas şehîdan şer kir.

Ez dixwazim bibêjim ku têkoşîneke wiha jiyanî heye. Yê ku li pêşiya vê asteng e, eger rastiyê bibîne û heqîqet û edaletê hinek bixe dewrê, wê pirsgirêk ji holê rabe, çareser bibe. Ji ber vê yekê eger guherîna zîhniyet û siyasetê nebe, pirsgirêka Kurd pirsgirêka herî giran e û wê qet neyê çareserkirin. Ez dikarim vê bi zelalî bibêjim.

Bixwe ev qas bi çek dibin. Rojhilata Navîn veguherandin gola ji xwînê. Kurdistanê veguherandin gola ji xwînê. Em dixwazin ku ev xwîn bi temamî ji holê rabe. Ev rewşa pevçûnê bi temamî ji holê rabe. Ev yek hemû ji ber berjewendiyên desthilatdar û pergalên dewletê dibin. Berhemê wan e. Me vê jî nîşan da. Helbet ji bo kesên fêm dikin e.

Rêber Apo got, “Entegrasyona demokratîk.” Entegrasyonê pir curbecur bikartînin. Dibêjin entegrasyona aborî, entegrasyona civakî tarzê têkilîdanînê ya yekeyên hevkar e. Yanî pirsgirêkên di navbera du yekeyên cuda de çareser bike û hevkariyê bikin. Wê çawa hevkariyê bikin diyarkirina wê ye. Ji bo vê yekê helbet hevdu naskirina yekeyan heye, divê qebûl bikin.

Paketên darazê yên berê bi ser neketin, nabin. Ji ber ku ew sererastkirin tiştên hêsan bûn; ji çareserkirina pirsgirêkên esas dûr bûn. Çima? Ji ber ku niha ne rojeva Tirkiyeyê ne. Qanûnên hatin anîn jî li gorî vê bûn. Pirsgirêkên esas ên bên çareserkirin jî, tam nekir rojev. Tenê maddeyên mîna wê, hatin danîn. Nêzîkatiyên hêsan ên mîna ‘Bila yek alî nebe, pir alî be. Bila aliyek sûd jê bigire, yên din jî sûd jê bigirin’, hebûn. Lê ev feydeyekî çawa ye? Rojeva esas a Tirkiyeyê çiye, pirsgirêkên wê yên esas çi ne? Girêdana van pirsgirêkan yekser bi hiqûqê re heye.

Pirsgirêkên hiqûqî, pirsgirêkên esas in. Lewma Rêber Apo di vê demê de dibêje, ‘Tarzê têkoşîna me ya esas, dê hiqûq be’. Yanî rêbaz, tarz û taktîka herî girîng a guhertin û jinûve avakirinê, têkoşîna hiqûqê ye.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.