• Îsal ji ber tevdîrên koronayê ev cejna Pîr Şaliyar hat betalkirin. Axir divê gava mirov behsa cejnê kir, ji bîr neke ku dîroka vî miletî bi Îslamiyetê re dest pê nekiriye. Gava weşan hatin kirin, divê nasnameya me neyê tinekirin. 

Her sal di 4 û 5´ê Sibatê de cejna ‘Pîr Şaliyar’ li Hewramanê tê pîrozkirin. Derbarê dîrok û naveroka cejnê de gelek şiroveyên cuda hene. Em ê beriya pêşî berê xwe bidin xisletên belav ên civaka Hewramanê û awayê rêxistinbûna wê beriya Îslamiyet li deverê serwer bibe. Di heman demê de em ê behsa şêwazê pêkhatina cejnê ya hingê bikin. 

Civaka Hewramanê civakeke kevnar e. Xwedî dîrok û mîrateyeke kevnar e. Civaka Hewraman, di dîrokê de hebûn û xweseriya xwe parastiye û ew kiriye pergala jiyanê. 

Di warê çandî de xwe spartiye xwezayîbûnê. Baweriya civakî jî heman xewezayîbûn e. Li ser esasê pergala di xwezayê de jiyana xwe bi rêxistin kiriye. Civakbûna xwe li ser hîmê rêz, hezkirin, yekîtî û wekheviya di navbera pêkhateyên civakê de ava kiriye. Cudahiya di navbera mirov û civakê de weke nîşana dewlemendiya civaka xwe dibîne. Di baweriyê de çawa ku xweza ne yek reng e û gelek rengan di nava xwe de dihevîne, di heman demê de şibandina yek rengî, mirina civakeke wekhev û azad dibîne. Lewma parastina her rengî erka sereke ya her ferdî ye. Piçûkdîtin û neparastina rengên cuda şer e, qiyamet e. Jin hebûneke taybet û îfadeya xwezayê di rengê mirov da ye. Lewma pîroz e. Li hemberî jin-dayîkê rabûn, xwe înkarkirin û reva ji heqîqetê pênase dike.

Civakîbûn îfadeya reng, hebûn û vîna her ferdî îfade dike. Xweşkirin û parastina nirxên hevbeş erka her kesî ye. Têkiliyek bi hêz a ku xwe dispêre erk û berpirsyariyên dualî li pêş e. Civakbûn wateya xwe di wekhevî û yekîtiyê de dibîne. Lewma em di dîroka hewraman de rastî têkîliyên jêr û jor nayên. Peyvên serdest û bindest tine ne. Li şûna wan ahenga jiyanê heye û bi hêz e.  

Hebûna xwe hemûyî dispêre xweza û qabîliyeta mirov. Lewma civakek di her warî de xweser e. Di hemû warên jiyanê de civakeke rêxistinkirî heye. Lê îro roj êdî ev rewş guheriye. Bi giştî tine nebûbe jî gelekî lawaz bûye.

Navend Hewramanî Text e

Beriya belavbûna Îslamiyetê li herêmê, pergala xwebirêvebirinê ya parlamenî hebûye. Navê pergala parlamenî "Jîrlew mere" ye. Ev pergal her sal dema ku xweza xwe nû dike, tê nû kirin. Ango di vê demê de pergala hiyerarşîk tê guhertin. Ev jî rastî 4-5 Sibatê tê. Vî wextî xweza xwe ji guhertinê re amade dike. Di vê demsalê de pêwîstî amadekariyên ji bo werza kişt û kal heye. Her weha pêwîstî bi hêza xwe di ber çavan re derbaskirinê heye. Ev yek jî bi ruhê herewerzî yan jî kolektîv bi pêş dikeve. Dîsa bi despêkirina dema nû re pêwîstî bi plansaziyeke hevbeş a nû heye. Ji bo ku ev pêvajoya xwebirêxistinkirinê bi awayekî bi sihet çêbe, pêdivî bi hêza pêşeng heye. Ev hêz saziya rêveberiyê ye. 

Ev cejin her sal li gûndê Hewramanî Text tê lidarxistin. Ev gund ji bo hatina gel a ji her alî, cihekî navendî ye. Gund mêvandariya beşdarên cejnê dike. 

Di beşa dawî de saziya rêveberiyê tê hilbijartin. Hilbijartin û namzetî li her kesî vekiriye. Serketina jiyan û plana civakê di rêjeya hilbijartina jin û ciwanan diyar dibe. Herî dawî civak jî weke xwezayê ji guhertina werza nû re amade dibe. Amadebûna xwe û guhertin û veguhertinên fikri û saziya rêveberiyê hemû bi lidarxistina cejna ‘Pîr Şaliyar’ tê pîrozkirin. Saziya rêveberiyê planên xwe yên di nava salê de, demkurt û demdirêj radigihîne xelkê. Piştî ku civakê erê kir yan jî dewlemend kir, êdî ew lê dibe. Her weha zewacên ku çê bibin, tên ragihandin û dema guncaw a dawetan tê diyarkirin. Rewşa giştî ya civakê di ber çavan re tê derbaskirin. Kar û barê wan malên kesên wan mirine yan jî seqetên wan hene jî dibe erka civakê bi xwe. 

Ne kesek e rêveberiya civakî ye

 Li gorî vê şiroveya em pê dadikevin, ‘Pîr Şaliyar’ ne navê kesekî ye. Navê saziya rêveberiyê ye. Ango heman pergala parlamen, rêveberiyê û cejnê îfade dike. Di heman demê de navê pirtûka pendên pêşiyan a civakê bi xwe ye. Wekî din ji kesê di pergala rêveberiya civakî de rêveber, san tê gotin. Cejn jî bi amadebûna her ferd û pêkhateya civakê tê lidarxistin. Piştî van guhertinan, sê roj cejn tê kirin. Di van sê rojan de her kes qutê di malê de çi hebê bi xwe re tîne. Xwarineke hevbeş jê çêdibe. Ev xwarin bi hev re tê xwarin. Qûtê zêde li kesên kalûpîr û kesên hewce tê belavkirin. Di beşa dawî ya cejnê de kombûneke din çêdibe û li wir şîret û ezmûnên jiyanî ji pirtûka ‘Mearefeto Pîr Şaliyarî’ ku bi şêwaza edebî hatiye nivîsandin, bi rengê stran tê gotin.  Esasê cejna ‘Pîr Şaliyar’ ev e. 

Çîroka şerê li dijî Ereban

Ereb bi armanca îslamkirina deverê, bi dehan caran êrişên berfireh dikin. Herî dawî ‘Pîr Şalyar’, yanî yek ji rêveberên asta jor a parlamena Hewramanê ji komkujî û êrişan ditirse û teslîm dibe. Bi rêya şandina nameyekê ji siltan yan ji fermandarê şer re, teslîmiyeta xwe radigihîne. Şertê teslîmiyeta xwe jî weke sekinandina şer û komkujiyan diyar dike. Fermandarên Ereb, qebûl dikin. Ev kes pirtûka pîroz a "Mearefeto Pîr Şaliyarî", bi xwe re dibe û radest dike. Ereb jî fêm dikin ku ne mumkin e bi şer bi ser bikevin. Li gorî rîwayetan, lewma pirtûka Mearefeto Pîr Şalyarî, li gor destûra îslamê ji nû ve dinivîsin, gelek nûsxeyên wê çap dikin û belav dikin. Her weha rê û resmên civakê înkar nakin lê bi destûra Îslamiyetê wan diguherin. Li şûna pîran, melayan erkdar dikin.

Çîroka nû ya Pîr Şaliyar

Pêre pêre bîra civakî lawaz dibe û cihê xwe ji belgenameyên dagirkeran re hiştiye. Niha cejna ‘Pîr Şaliyar’ temamî bi fikir, reng û şêweyên Îslamiyetê tê pîrozkirin. Çîroka niha ya ‘Pîr Şalyar’ weha ye: ‘‘Pîr Şalyar kesek zane yê herêmê ye. Keçika împratorekî nexweş dikeve. Kerr û lal dibe. Çarê jê re nayê dîtin. Di dawiyê de siltan dibêje kî keça min sax bike, ez ê diyariyeke mezin bidimê. Her kes behsa ‘Pîr Şaliyar’ dike û dibêje, ew dikare keça wî sax bike. Rojekê împaretor keça xwe, tevî karwanekî dibe Hewramanê, cem Pîr Şaliyarî. Pîr Şalyar keça siltên baş dike. Siltan li wir keça xwe dide Pîr Şaliyar. Li wir mehra wan dibirin û daweta wan dikin. Ew dawet sê şev û sê rojan dewam dike.’’

Lê belê çanda Hewramanê ya  a Pîran e. Piştî Îslamê derwêş tên şûna wan. Çanda parlamenê û rêveberiyê jî bi temamî ji holê radibe. Tişta ji wê meramsîmê û rêûresmê dimîne, ev cejna sembolîk e. 

Ji ber lawaziya bîra dîrokî û civakî, ev halê bermahî, weke rastiyê tê dîtin. Ev yek gelek xeter e. Di warê fikrî de jî nakok e. Bi salan e weşanên azad vê cejinê bê lêpirsîn û rotedayîn weke ku tê pîrozkirin û heye, didin. Helbete, dayîna wê ne şaş e. Lê bi pirs, lêkolîn û beşdarkirina şirovekarên pispor, mirov dikare çêtir wê nas bike. 

Îsal ji ber tevdîrên koronayê ev cejna Pîr Şaliyar hat betalkirin. Axir divê gava mirov behsa cejnê kir, ji bîr neke ku dîroka vî miletî bi Îslamiyetê re dest pê nekiriye. Gava weşan hatin kirin, divê nasnameya me neyê tinekirin. 

* Ev nivîseke kolektîf e ku KJAR´ê di encama lêkolîneke li ser meseleyê de hazir kiriye.