Muzîka di riya rûmetê de

Nûçeyên Çand/Huner

În 2 Tîrmeh 2021 - 05:12

  • “Muzîk divê bêtir mirovî be û piştgiriyê bide mirovan û nêzîkî mirovan be. Ev koma muzîkê dibe dengê kesên ku êş dikişînin. Em muzîkê ji bo derûniya zarokên di şer de mexdûr bûne, baş bikin, wek amûrekê bi kar tînin. Ji bo wan em gavên mezin davêjin.”

XASÊ CÛNÊ

 

Muzîkjenê Kurd Ganî Mîrzo û yê Ermen Ibrahîm Keivo, ku her du jî ji Rojava ne, li Spanyayê pêşengitiya konsera bi navê “Riya rûmetê” dikin. Ev konser her sal bi navê “Şevên San Benîto yên Havînê” li dar dikevin û her wiha ev konser di navbera deng û rêûresmên cuda de wek rêwîtiyekê tên nirxandin.

Li Spanyayê gava dibe havîn, konserên ku êdî bûne rêûresmên Spanyayê dest pê dikin. Ji bo şevên havînê bi muzîkê şên bibin li Spanyayê her sal ev konser tên lidarxistin. Konsera destpêkê dê vê Şemîya li pêşiya me saet 21:45’an were lidarxistin û koma bi navê “Koma Rockê ya Califato3/4 ya Endulîzya” dê derkeve ser dikê. Her wiha ji bo projeya “Riya Rûmetê” dê hunermend Ganî Mîrzo jî di şevê de cihê xwe bigire û derkeve ser dikê û konserê bide.  

Muzîka Kurdî bi muzîkên wek jazz û flamenco re pêşengiya “Riya Rûmetê” dike û bi vî awayî girêdaneke dilsoz jî di navbera çandên cuda de çêdike. Li gel Ganî Mîrzo dê kesên wek Juan Josê Barreda, Josean Martîn, Fran Lasuen, Neila Beney û Ibrahîm Keivo derkevin ser dikê û bi deng û amûrên xwe konserê geştir bikin.

Mîrateyê bi muzîkê diparêzin

Muzîkjen Ganî Mîrzo derbarê konsera di riya rûmetê de got; “Ez bi eslê xwe Kurd im. Civaka min jî wek şaristaniyên din bi sedsalan e li ber xwe dide da ku winda nebe. Muzîk her tim ji bo me bi roleke pirr girîng rabû ji ber ku edebiyat û zimanê me li welatê me qedexe bû. Li çar dewletên ku Kurd lê ne, li Tirkiye, Îran, Iraq û Surîye ev qedexe hebûn. Em mîrateya xwe bi riya muzîkê, stran, çîrokên şer û çîrokên evînê diparêzin. Dîroka Kurdan bi salan bi çanda devkî hatiye vejandin û nifşên nû bi vê çanda devkî rabûne.” 

Divê huner nêzîkî mirovan be

Pereyên ku ji konserê werin, bi riya “Weqfa Mîrzo Muzîk” ya ku sala 2019’an hatibû damezirandin dê biçin ji bo pêdiviyên kampên penaberan ên li Kurdistanê. Hunermend Ganî Mîrzo bawer dike ku divê huner xwedî armancên din be jî û nêzî mirovan be. Mîrzo dibêje, “Muzîk divê bêhtir mirovî be û piştgiriyê bide mirovan û nêzîkî mirovan be. Ev koma muzîkê dibe dengê kesên ku êşê dikişînin. Em muzîkê ji bo derûniya zarokên di şer de mexdûr bûne, baş bikin, wek amûrekê bi kar tînin. Ji bo wan em gavên mezin davêjin.”

Li Rojava enstruman tine bûn

Hunermend Ganî Mîrzo piştî şerê Rojava sala 2015 û sala 2017’an diçe serdana Rojava û li wir guhertina çandî û hunerî dibîne. Ew jî dixwaze bi riya huner û çandê piştgiriyê bide şoreşa Rojava û balê dikişîne ser çalakiyên hunermendên Rojava. Bi ya wî wan li wir guhertinên baş çêkirine û hîna jî ev xebatên wan dewam dikin. Lê ew kêmasiyekê dibîne û dixwaze vê kêmasiyê nehêle. Mîrzo dibêje, “Li vir tiştek kêm bû, amûrên muzîkê ango înstruman tine bûn!” Mîrzo bi vê armancê kampanyayekê dide destpêkirin. Mîrzo, “Me li welatê Baskê, ji bo Rojava kampanyaya amûrên muzîkê da dest pê kirin. Îro jî ev xebata me dewam dike û em hîna jî amûran kom dikin ji bo Rojava.”

Piştî demekê, ew li Ewrûpayê jî vê kampanyayê belav dike û gelek sazî û komele piştgiriyê didin kampanyayê. Her wiha li televizyonên Spanyayî jî kampanya wan deng vedide û di dawiyê de nêzî 300 amûrên muzîkê ji bo Rojava kom dikin. Mîrzo dibêje, wî ev amûr birine bajarên wek Amûdê, Hesekê, Qamişlo û Kobanê.

Armonia-piştî şer

Dema Ganî Mîrzo vê xebatê ango kampanya dide destpêkirin, ev yek bala nûçegihan û wênegirê Arjantînî Pablo Tosca dikişîne û dixwaze derbarê vê kampanyaya Ganî Mîrzo de belgefilmekê çêke. Mîrzo ji bo Pablo Tosca dibêje, “Gava wî dît em karekî wiha dikin, matmayî mabû. Di nav şer de komkirina înstrumanan ji bo wî tiştekî xerîb bû û ecêbmayî mabû ji lewre xwest derbarê vê pêvajoyê de belgefilmekê çêke.” 

Pablo Tosca belgefilmeke bi navê “Armonia-Piştî Şer” çêdike û tê de behsa anîna amûrên muzîkê ya qada şer û pêvçûnan dike. Ev belgefilm li gelek festîvalan tê nîşandan û xelatan werdigire. Pablo Tosca ji bo belgefilmê dîmenên muzîsyenekî Ermen yê Xiristiyan jî digire û dibêje heger vî kesî muzîk bikira, serî wî dê bihata jêkirin ji hêla DAIŞ’ê ve. Ganî Mîrzo dibêje, “Ew [DAIŞ] li hember mirovahiyê ne, ji ber wê yekê êrişî çandê dikin. Ew muzîkjenê Ermen reviya ji wan, ji mala xwe bi 300 km dûr ket, ji bo alîkariyê bide zarokan li Rojava ma û nexwest wê derê biterikîne. Ew lehengek e, divê em jê re bibin alîkar û ji wî fêhm bikin.”

Ganî Mîrzo kî ye?

Ganî Mîrzo muzîkjenekî ji Rovayê Kurdistanê ye. Ew sala 1968’an li Qamişlo ji dayik bûye. Li Konservatuwara Helebê muzîk xwendiye. Mîrzo, destpêka sala 1993’yan de koçî paytexta Katalanyayê Barcelonayê dike û li wir bi cih dibe. Li Dibistana Muzîkê ya Barcelonayê wek şefê “Beşa Muzîka Oryantal” dixebite. Hêmanên muzîka Kurdî bi flamencoya Spanî ve girêdaye û “Jazza kurdî” çêkiriye. Albûmên wî yên bi navê “Ronî”, “Kompo Domîz” û “Totico” hene. Her wiha ew bêhtir mûzîka înstrumantal îcra dike û xwedî gelek besteyan e jî.

Ji bo zarokên Şengalê Mîrzo Music

Li Şengalê, beriya du salan li gundê Xanesorê bi navê “Saziya Mîrzo Music” saziyek hate damezirandin. Ev sazî ji bo alîkariya zarokên Êzîdî bike û wan ji rewşa ku tê de ne, dûr bixe muzîkê fêrî zarokan dike. Ganî Mîrzo jî dibêje, “Dixwazim bi muzîkê êşa zarokên Şengalê derman bikim.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.