Merheba Kurdeçîrok

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 9 Mijdar 2020 - 02:54

  • Mehmet Dîcle: Pêwîstî bi kovareke çîrokan heye ku çîrokên Kurdî biweşîne, kitebên çîrokên Kurdî binirxîne, li ser teorîya çîrokê raweste, kurteçîrokên nivîskarên dinyayê wergerîne Kurdî û biweşîne.

MIHEME PORGEBOL

 

Kovara çîrokan ya bi navê Kurdeçîrok dest bi weşanê dike. Kovar sê mehan carekê wê derkeve. Ew ê li mijarên derbarê çîroka Kurdî û çîrokên ji wêjeya cîhanê re vekirî be. Mehmet Dîcle yek ji edîtorên kovarê ye. Ew mebest û motîvasyona xwe ya ji bo çêkirina kovareke bi vî rengî rave dike bi van gotinên hanê: “Têkiliya edebiyata kurdî û kurteçîrokê ji sedsalan zêdetir e ku dest pê kiriye. Roja me ya îro jî gelek niviskarên ku kurteçîrokan dinivîsin hene û girseyeke mezin a xwendevanên ku ji xwendina vî cureyê wêjeyê hez dike, heye. Lê mixabin heta îro kovareke bi rêk û pêk a ku hem nivîskarên Kurd bi dilxweşî bi rêya wê berhemên xwe bigihînin xwendevanan, xwendevanên çîrokê bi kêf bişopînin, zewqê ji xwendina wê bigirin û ji bo nivîskarên nûhatî bibe motîvasyon û dibistaneke domdar di vî warî de tinebûye. Loma jî em hem nivîskar û hem jî xwendevanên Kurd ên li bakur bi salan e ku kovarên çîrokan ên bi Tirkî dişopînin û xweziya xwe bi wan tînin. Loma jî ez hem wek nivîskarekî û xwendevanekî Kurd dikarim bêjim, pêwîstî bi kovareke çîrokan heye ku çîrokên Kurdî biweşîne, kitebên çîrokên Kurdî binirxîne, li ser teorîya çîrokê raweste, kurteçîrokên nivîskarên dinyayê wergerîne Kurdî û biweşîne. Kurdeçîrok jî wê bi mebesta dagirtina van valahiyan derkeve”.

Kurteçîrok kirin Kurdeçîrok

Mehmet Dîcle dibêje, naveroka kovarê jî bi mebesta derketina kovarê re elaqedar e. Ew derheqê Kurdeçîrokê de wiha dipeyive: “Naverok jî wê li gorî mebesta ku me daye pêşiya xwe bê dagirtin. Yanî bi giştî her tişta derbarê çîrokan de be. Çi çîrokên Kurdî çi jî yên ji nivîskarên dunyayê. Niha ekîbeke me ya sabît heye. Ev jî ji edîtorek, berpirsiyareke giştî, ji lijneya weşanê û berpirsiyara wergeran pêk tê. Gava me biryareke wisa da, me dest pê legerîna navê kovarê kir. Lê bi rastî jî ev pêvajoyeke ecêb dibe. Meriv çi qasî vê demê dirêj bike, ez bawer im, ev qas ne baş dibe. Em jî ber bi sadebûnê ve çûn, me kurteçîrok kirin Kurdeçîrok.”

Banga Celadet dubare dikin

Mehmet Dîcle di dawiyê de banga Celadet Bedirxan jî bi bîr dixe û dibêje, “Ji xwe di navbera me û xwendevanên Kurdî de yekbûneke ramanî û dilxwaziyê heye. Ger ji bilî wan dengê me bigihîje kesên din, em ê bo wan jî banga Celadet Bedirxan a sedsalî dubare bikin ancax, bêjin xwendin û nivîsandin û hilberîna fikirî û rewşenbîriya bi Kurdî. Lê dîsa jî di dawiyê de her kes bi dilê xwe ye.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.