Li Rojhilat gel li ser piyan e

În 28 Cotmeh 2022 - 19:18

  • Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin.

Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin. Bi taybetî li bajarên Kurdan çalakî mezin dibin. Li gorî Rêxistina Efûyê ji êvara Çarşemê ve herî kêm 8 kes hatin qetilkirin.

Ji 16'ê Îlonê dema qetilkirina Jîna Emînî ya 22 salî û vir ve gel li ser piyan e.

Bi taybetî di 26'ê Cotmehê de ku çilrojiya şînê ya Jîna Emînî bû, li Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan gihîştin asteke nû. Li gel gef û êrîşên kujer ên hêzên dewletê bi hezaran kes daketin qadan.

27'ê Cotmehê roja Pêncşemê li bajarên Mehabad, Bokan, Pîranşar, Serdeşt, Bane, Seqiz, Dîwander, Dêwlan, Kamyaran, Sine, Kirmaşan û Îlamê yên Rojhilatê Kurdistanê, her wiha gelek bajarên din çalakî hatin lidarxistin.

Li Mehabadê hêzên dewletê fîşek berdan girseya gel. Gelek sazî û bankayên dewletê ji aliyê gel ve hatin şewitandin. Avahiya qeymeqamtiyê jî ji bo demekê kete bin kontrola xwepêşandêran. Hate ragihandin ku di êrîşên hêzên dewletê de gelek xwepêşandêr hatin qetilkirin, gelek jî birîndar bûn.

Li bajarê Baneyê di êrîşa hêzên dewletê de herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Dîwanderê, ji ber çilrojiya şînê ya qetilkirina 2 kesan çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

Li bajarê Xuremawa ya Loristanê, Nîker Şakeremî di çilrojiya qetilkirinê de hate bîranîn. Li bajarê di çalakiyên şermezarkirinê de dirûşmên li dijî dewletê hatin qîrîn û hêzên çekdar ên dewletê fîşek berdan girseya gel.

Li bajarên Birucêrd û Miyandwawê yên Loristanê jî çalakiyên şermezarkirinê dewam kirin.

Li gelek bajaran hêzên Îranê li hemberî berxwedana gel neçar man xwe vekişînin.

Li bajarên Kerec, Meşhed, Erak, Şuş, Zahidan û gelek bajarên din ên Îranê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.