- Filîz Atalay a hemşîre, ji ber ku li mala dêûbavê wê bi sedema ew “zarokên memûran bûn” bi Tirkî hatiye peyivîn, bi zimanê xwe mezin nebûye. Lê niha ew li MED-DER´ê hînî Kurdî dibe û dixwaze alîkariya madî û manewî bide kesên dixwazin hînî Kurdî bibin.
Filîz Atalay dibêje, ji bo zimanê Kurdî bi pêş bikeve û bidome, çi ji destên wê tê ew ê bike:"Ji bo kursên ziman, ji bo kesên dixwazin hînî Kurdî bibin, ez dixwazim piştgiriyê bikim. Li dijî zextên tên kirin, ez ê her tim têbikoşim."
Têkoşîna ji bo ziman û nasnameya Kurdî li dijî siyasetên asîmîlasyon û qirkirina zimanî û çandî, dewam dike. Hemşîre Filiz Atalay li Amedê li dijî vê siyasetê li ber xwe dide. Ew li Komeleya Lêkolînê ya Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) xwe hînî zimanê Kurdî bike. Nimûneya Filîzê ne yeke tenê ye. Wê behsa wê yekê kir ka siyaseta asîmîlekirinê çawa tesîr lê kiriye û çawa wê biryar daye ku li ber vê siyasetê rabe.
Dixwest bibe mamosteya şêwekariyê
Filîz esas ji Çewlîgê ye, lê belê sala 1979'an li Amedê ji dayik bûye. Ji ber zextên derdorê û malbatê, tevî ku dixwest bibe mamosteya şêwekariyê jî wê nekarî bixwîne. Ew hê jî dibêje wl gelekî dixwest bibe mamosteya şêwekariyê û bi gotina “Lê nebû di dilê min de ma" vê xweziya xwe îfade dike.
Lê axir, ne bi dilê wê jî be, ew diçe dibistana bilind a hemşîretiyê: “Ji ber vebijêrkeke min a din tine bû ez mecbûr hatim hiştin hemşîretiyê qezenc bikim. Hedefa min a yekem a min dev jê berda, mamostetî bû."
Wendahiya herî mezin
Filîz Atalay gava behsa asîmîlasyona nava malê dike, ku hatiye serê gelek Kurdan: "Kurdî tim di dilê min de wekî eşqekê bû. Di nava malbata me de bi zimanê Kurdî nedihat axaftin. Em zarokên memûran bûn. Wendahiya me ya herî mezin neaxaftina ziman a di nava malê de bû. Min hewl da li gund, ji nexweşan hînî Kurdî bibim. Ez ji zimanê Kurdî pirr hez dikim. Ez Kirmanc im, lê belê zeafeke min a ji bo Kurmancî heye. Min pirr xwest hîn bibim. Min pirtûkên bi kurmancî xwendin, lê belê min ji wan fêm nedikir û min dixwend. Ez li hinekan digeriyam ji bo hînî min bikin.”
Ji bo ku hûn nebêjin xwezî…
Piştî ku bi Kurmanciyê tamijkî dibe, Filîz Atalay dibêje xwezî, lê çawa ku pêşiyan gotiye, bi xweziyan dest nagihîjin baqên keziyan: “Bi awayekî tesadufî min MED-DER nas kir. Hatin cihê karê min. Dema bi Kurmancî diaxivîn, ez dibûm heyrana wan. Ew bû sedem. Ez pirr bextewar im û dixwazim Kurmanciya xwe bi pêş bixim. Xwezî min ji berê de ev tişt kiriba.”
Li dijî êrişan têkoşîn
Filiz Atalayê got, li gorî zimanên din li ser zimanê Kurdî zextên zêde hene û wiha peyivî: “Ji bo em li zimanê xwe xwedî derkevin, çalakiyên em dikin kêm in. Têra xwe têkoşîn hat kirin, gelo ez ji vê bawer nakim. Hinek kesên li ber çavan, ev tişt anîn ziman. Çima niha ev ziman tê astengkirin, tê qedexekirin. Ji bo çi zimanê mirovan li wan tê qedexekirin? Ez ê li dijî êrişên li dijî Kurdî têbikoşim.”
Amade ye destekê bide
Filiz Atalayê got, ji bo kursên zimanê Kurdî vebin û ji bo pêşengiya vê yekê bike, di warê aborî û manewî de ew ê piştgiriyê bide û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ez dixwazim piştgiriyê bidim her kesê dixwaze hînî Kurdî bibe.”
JINNEWS/AMED