- Dersim Dag: Berê li ser siyaseta Kurdî giraniya zimanê Tirkî hebû û ev jî kêmasiyeke mezin bû. Em jî bi vê kêmasîyê hisiyan. Me biryareke welê da ku Kurdî jî bibe zimanê esasî yê partîya me. Ji ber vê jî me hin biryar dan. Me di serî de komîsyonek ava kir da ku ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê esasî yê HDP'ê xebatan bike.
REWŞAN DENÎZ
Di siyaseta qirkirina Kurdan a dewleta Tirk de yek ji stûnên sereke tinekirina zimanê Kurdî ye. Yanî siyaseta asîmîlasyona zimên ya li djî Kurdan bi temamî beşek ji siyaseta qirkirina Kurdan a dewleta Tirk e. Li ser giringiya zimanê Kurdî weke berxwedana li dijî qirkirinê em bi parlementera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag re peyivîn. Me her wiha behsa siyaseta ziman a HDP'ê jî kir û wê kampanyayên ji bo ziman tên meşandin jî nirxandin. Dersîm Dag, di hevpeyvîna xwe de bal kişand ser qirkirina zimanê Kurdî û got, "Berê li ser siyaseta Kurdî giraniya zimanê Tirkî hebû û ev jî kêmasiyeke mezin bû. Em bi vê kêmasiyê hisiyan. Me bi biryareke welê da ku zimanê Kurdî bibe zimanê esasî yê partîya me."
Sibata bihurî cenabê te li meclîsê bi Kurmancî axivî. Tevî nerazîbûnan jî ew ev kir û zimanê Kurdî wek “zimanekî nediyar” di girtenameyên meclîsê de cihê xwe girt. Çima dewleta Tirk hê jî zimanê Kurdî wek zimanekî ne diyar bi nav dike?
Polîtîkayên dewletê li dijî Kurdan û zimanê Kurdan kûr û qirêj in. Kurd bi salan ji bo hebûna xwe bidin qebûl kirin têkoşiyan. Îro peyva Kurd hatiye qebûlkirin, lê tenê wek peyvekê. Dewlet hê jî wan tiştên ku gelan pêk tînin, ji bo Kurdan qebûl nake. Ziman yek ji wan amûrên herî girîng e ji bo hebûna gelan. Ji ber ku Kurd bi taybetmendiyên xwe wek miletekî nayên naskirin, ziman, çand û dîroka wan jî nayê naskirin. Dewlet dixwaze, weke Kurdên ku bi wan re siyasetê dikinm, Kurd hemû jî bibin “Kürt Kökenli”. Yanî dixwazin Kurdên ku ji rastiya xwe ji çand û xwebûna xwe dûr ketine, ava bikin û ji bo vê yekê jî çi ji destên dewletê were dike. Li alîyekî, li zanîngehan beşa ziman û wêjeya Kurdî vedikin, kanalên Kurdî vedikin û li alîyê din jî zimanê Kurdî wek zimanê ne diyar pênase dikin. Ev bi xwe jî helwêsta dewletê ya li hemberî Kurdan eşkere dike. Gava ku pêwîstiya wê bi te hebe te li gorî pênaseya xwe, nas dike lê gava ku tu doza mafê xwe bikî, doza hebûn û zimanê xwe bikî, wê demê bi temamî hebûna te ji holê radike. Ziman hebûna gelan e. Gava ziman nas neke hebûna gel jî nas nake. Ziman nas nakin çimkî heger Kurdî nasbikin, dê mecbûr bimînin ku gelê Kurd û mafê gelê Kurd jî nas bikin.
Dewleta Tirk ji ziman gelekî ditirse. Gelo ev tirsa wê ya ji zimanê Kurdî ji ku tê? Çima ewqasî ji ziman ditirsin?
Ziman hebûna sereke ya gelan e û di heman demê de ziman çandê jî radigihîne. Ziman çavkaniya çandê, bîrdozîyê û civakbûyînê ye. Desthilatdar gava bixwazin gel tine bikin, di serî de êrişê zimanê wî gelî dikin. Di dîrokê de Kurd kêm caran bûne dewlet, lê çanda xwe û hebûna xwe dîsa jî parastin e. Ev bi saya serê ziman e. Ji ber ku zimanê xwe parastine û jiyana xwe bi zimanê xwe domandine, Kurdan bi awayekî devkî be jî edebîyata xwe, çanda xwe, dîrok û efsaneyên xwe ragihandine nifşên nû. Û bi vê yekê hebûna xwe jî ji dest nedane. Zarokek heger bi zimanê xwe mezin bibe û bi zimanê xwe bijî, wê demê ew zarok wê dilsozê gelê xwe û çanda xwe be jî. Û ew ê mafê xwe yê herî xwezayî jî bixwaze. Ji ber wê, bi polîtîkayên bişaftinê û polîtîkayên şerê taybet hewl didin Kurdî tine bikin, ji jiyana kurdan derxin. Armanca wan ew e ku bi qirkirina Kurdî qirkirina Kurdan pêk bînin.
Ez meraq dikim wek siyasetvan, wek HDP'ê li meclîsê û derveyî meclîsê hûn çiqasî bi Kurdî diaxivin û siyasetê bi zimanê dayikê dikin. Gelo HDP li ser parlamenteran hînbûna Kurdî ferz dike?
Helbet em ji civake cudatir nînin. Ji ber vê yekê di vî warî de kêmasiyên me jî hene. Lê parlamenterên Kurdistanê ji meclîsê bêhtir li Kurdistanê siyaseta xwe dikin. Hemû parlementerên me yên Kurd bi Kurdî dizanin û bi Kurdî diaxivin. Em hewl didin ku di nav gelê xwe de bi Kurdî siyaseta xwe bikin. Lê ez dikarim wisa bêjim, berê li ser siyaseta Kurdî giraniya zimanê Tirkî hebû û ev jî kêmasiyeke mezin bû. Em jî bi vê kêmasîyê hisiyan. Me biryareke welê da ku Kurdî jî bibe zimanê esasî yê partîya me. Ji ber vê jî me hin biryar dan. Me di serî de komîsyonek ava kir da ku ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê esasî yê partiyê xebatan bike. Û me dest bi perwerdehiya navxweyî kir. Îro di nav xebatkarên partiya me de kesên ku bi Kurdî nizanin yan jî kesên ji aliyê nivîsandin û xwendina Kurdî ve qels in, tevlî vê perwerdehiyê dibin.
Ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û li her warî were bikaranîn, siyaseteke ziman a HDP'ê heye gelo? Heger hebe çawa ye?
Heta niha ji bo zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî gelek xebatên me çêbûn. Bi taybetî jî di demên dawî de me giraniyek dayê ser van xebatan, ziman ji bo me xeta tekoşînê ya bingehîn e. Me di şaredariyên xwe de xebatên pirrzimanî kirin, mekteb û kursên Kurdî vekirin. Dibistanên pêşîn yên bi Kurdî perwerdehî dikin, hatin vekirin. Em ji her demê behtir ji bo zimanê Kurdî xebatê dikin, hem li meclîsê hem di her warê siyasetê de me giranî daye ser van xebatan da ku Kurdî bibe zimanê siyasetê, zimanê perwerdehiyê, zimanê bazirganiyê. Yanî ji bo ku Kurdî di her warê jiyanê de hebe, em xebatên xwe dimeşînin, ev siyaseta me ya ziman.
Heta niha gelek kampanya ji bo ziman bi pêş ketin. Ev kampanya çiqasî bi ser ketin? Gelo sozên hatin dayî, bi cih hatin?
Em nikarin bibêjin ku serketinek heye, lê hin destketî hene. Ev kampanya hemû jî nîşaneya xwedîderketina li ziman in. Dibe ku kampanyayên ziman ji sedî 100 serketî nebûne lê di nav civakê de hişyarî û baldariyek ava kirin. Her dem jî kelecanek di nav civakê de ava bûye. Xebaten ji bo ziman tên kirin, ji wan re kedeke mezin lazim e û di heman demê de demeke dirêj jî divê. Pêwîst e mirov bi sebr û bi bawerî van kampanyayan bimeşîne.
Niha jî kampanya û xebatên “Tora Ziman û Çanda Kurdî” dewam dikin. Gelo wek siyasetvan hûn çiqasî li pişt van kampanyayan disekinin?
Ev xebateke gelekî pîroz e û kela canê me jî gelekî radike. Em weke HDP'ê xwe ji van xebatan berpirsiyar dibînin. Cihê ku HDP lê disekine ne cihê piştgirîdayînê ye. Em xwe wek birêveberê vî karî dibînin û wisa tevdigerin. Li navend û navçeyên me ji bo van kampanyayan xebat tên meşandin. Wek mînak navçeya me ya Baxler a Amedê ji 15 hezarî zêdetir îmze kom kirine. Dîsa li meydana Newrozê jî me ji bo komkirina îmzeyan xebat meşandin. Xebatên ji bo ziman xebatên me hemûyan in û em ê herdem bibin kesên ku xebatên ziman bi rê ve dibin.
Ji bo nêzîkatiya dewletê ya li hember zimanê Kurdî biguhere heya niha kîjan gavên darîçav hatine avêtin?
Em dikarin weke mînak behsa xebatên li meclîsê bikin. Ji bo li balafirgehan anonsên bi Kurdî jî werin kirin, me pêşniyaz li parlamenê kir. Wekî din ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û bibe zimanê fermî, ji bo li saziyên dewletê were bikaranîn, ji bo li nexweşxaneyan xizmeta bi Kurdî jî hebe û wekî din, me pêşniyaz kirin. Ji niha û pê ve jî geh li meclîsê geh di nav civakê de ji bo ziman kîjan xebat pêwîst be, em ê wan xebatan bikin. Zimanê me bingehê têkoşîna me ye.
Di rastiya me de otoasîmîlasyon jî heye, tu rewşa otoasîmîlasyonê çawa dinirxînî?
Em li her warê jiyanê, rastî polîtîkayên bişaftinê tên û ev polîtîka zimanê me tine dikin. Jixwe, piştî polîtîkayên asîmîlasyonê êdî otoasimilasyon lê dibe. Di her warê jiyanê de zimanê Kurdî tine tê hesibandin. Kurd bi zimanê serdest perwerde dibin, li saziyên fermî dîsa bi zimanê serdest diaxivin. Û amûrên dewletê hemû ji bo Kurdan asîmîle bikin dixebitin. Demekê paşê, êdî tu zimanê xwe piçûk dibînî. Wê demê jî otoasîmîlasyon dest pê dike. Êdî tu bixwe xwe asîmîle dikî. Jixwe, armanca asîmîlasyonê ew e ku otoasîmîlasyon têkeve dewrê. Heta otoasimilasyon nekeve dewrê, polîtîkayên asîmîlasyonê bi ser nakevin. Yanî li dijî asîmîlasyonê tiştê ku em bikin jî pirr hêsan e. Heger em bi zimanê xwe biaxivin, bixwînin û bijîn, polîtîkayên asîmîlasyonê wê têk biçin.
Ji bo siberoja zimanê Kurdî ji îro û şûnde hûnê siyaseteke çawa bişopînin proje an jî xebatên we yên diyarbûyî hene gelo?
Niha me di nav HDP’ê da komîsyonek ji bo zimanê Kurdî ava kiriye. Me behsa perwerdehiyên xwe kiribû. Dersên Kurdî ji bo siyasetvanên partiyê û xebatkarên wê didomin. Ji bo xebatên dîplomasîyê bimeşîne jî em ê di bin vê komîsyonê de komekê ava bikin. Ev kom dê hem li parlamenê hem jî li Ewrêpayê xebatên dîplomatîk bike. Weke tişta herî girîng em ê zimanê Kurdî bikin zimanê siyasetê û ji bo di her warê jiyanê de bê bikaranîn jî em ê xebatên xwe bidomînin.
Beriya çendekê “Cejna Zimanê Kurdî” bû. Mirov çawa dikare her roj bike cejna zimanê Kurdî?
Ez Cejna Zimanê Kurdî ya bihurî li tevahîya gelê Kurd pîroz dikim. Têkoşîna ziman têkoşîna Kurdan hemûya ne. Ez hêvî û bawer dikim ku bi têkoşîn û xwedîlêderketina me di demeke nêz de qedexeyên li ser zimanê me hemû wê rabin û Kurdî jî bibe zimanê fermî.