• Ebdulhadî Ebdullah: Pirraniya caran hevjîna min Fewziye û ez stran û helbestan bi hev re dinivîsin û nihêrînên xwe bi hev re parve dikin. Ji bo me muzîk û huner mîna jiyanê ne.

EHMED SEMÎR
ANHA/QAMIŞLO

Li qamişloyê malbatek heye ku bi temamî bi karê hunerî dadikeve. Maliyên vê malê, behreyên xwe yên hunerî xwe bi xwe bi pêş dixin.
Dayik û keça wê dengxweş in. Bav jî bi Kurdî û Erebî zêdetirî 50 helbestan nivîsandine. Bav van helbestên xwe dike stran û fêrî malbata xwe dike.
Serpêhatiya malbatê bi Ebdulhadî Ebdullah dest pê dike. Ew her wiha bi navê "Helbestvanê Dîn" jî tê naskirin. Hevjîna wî Fewziye Dawid jî bi dengxweşiya xwe parçeyê serhatiyê ye. Keça wan heyfa Ebdullah jî beşek ji vê serpêhatiya bipêşxitsina huner e. Ebdulhadî Ebdullah ji mêj ve ji huner hez dike, li ûd û tembûrê dixe. Em pêre peyivîn û wî got, "Me galonên zeytê û dar dianîn da ku bizqê û têlên wê çêkin. Ji ber ku wê demê ji ber rewşa aborî ya dijwar me nedikarî tembûrekê bikirin."

Xwe ferî lêxistina tembûr û ûdê dike

Ebdullah dide zanîn ku hezkirina wî ya ji huner re hiştiye ku ew xwe fêrî lêdana gelek amûran bike: "Di zemanekî de ku hunermend kêm bûn, me dest bi gotina stranên dawetan ên gelêrî kir. Min bi hunermend Mihemed Şêxo re li gundekî nêzî Qamişloyê di dawetekê de stran gotin. Hunermend Selah Resûl, Seîd Yûsif, Ebdo Elanî û Cemal Sadûn têne bîra min."

Ebdullah ne tenê li tembûr û li ûdê dixe, ew dest bi nivîsandina helbestan jî dike. Der barê hestên neteweyî de gelek helbest nivîsandine. Ebdulhadî Ebdullah dibêje, siyasetên çewisandinê yên hikûmeta Beesê wî bi vê rêbazê nivîsandiye da ku kesek pê nehese ku helbestên neteweyî ne: “Min welat dişiband reng, bêhn û bedewiya gulan. Min gelek stranên bi Kurdî û Erebî nivîsandin mîna "Çiya bi navê xwe bilind e”, “Dewran e dewran e dinya li me dewran e."

Tevî hevjîna xwe muzîkê dike

Muzîkê esas cewaca wî diyar kiriye. Ebdulhadî Ebdullah li dawetekê hevjîna xwe nas kiriye: “Ez 10 salan ji hevsera xwe mezintir im. Min ew di dawetekê de dît. Dengê wê pirr xweş bû. Ji ber wê min xwest piştgiriya wê bikim. Di dawiyê de me bi hev re stran gotin. Min jê hez kir û piştî demeke kin em zewicîn.”

Ebdullah wiha behsa nivîsandina hevpar a helbestan û elaqeya hevpar a xwe û hevjîna xwe Fewziye Dawid a ji bo muzîkê dike: "Pirraniya caran em stran û helbestan bi hev re dinivîsin û nihêrînên xwe bi hev re parve dikin. Ji bo me muzîk û huner mîna jiyanê ne. Lêdana amûrên muzîkê giyanê geş dike.”

Fewziye Dawûd destnîşan dike ku wê ji zaroktiya xwe ve ji huner hez dikir û tevî qeyd û bendên civakê û nihêrînên wan ên li dijî fikra ku jin li daweta bistrên, serî ji nihêrînên civakê re daneynî û bi piştgiriya hevserê xwe, rêya xwe ya hunerê dewam kiriye.

Keça wan jî bi wan re stranan dibêje

Çawa ku Şoreşa Rojava dest pê kir, Fewziye Dawid li Navenda Çand û Huner a Qamişloyê xebitî, gelek zarok fêrî muzîk, stran, şano û lêdana amûrên muzîkê kirin.

Fewziye xebatên xwe wek serketinekê bi nav dike ku bi rêya wê çanda Kurdî ya ku jê bêpar mabûn, zindî kir û dibêje, "Em niha zarokên xwe fêrî vî hunerî dikin da ku ew jî bidin nifşên din."

Keça wan Heyfa Ebdullah jî ji zaroktiyê ve tevî dê û bavê xwe stranan dibêje û di nava malbatê de vê behreya xwe bi pêş dixe.