- Dawiya hefteya bihurê li paytexta Swêdê Stockholmê, bi pêşengiya Enstîtûya Kurdî ya li Stockholmê, komek helbestvan û dildarên helbestên zaraveyên Kurdî li salona ABF ya taxa Vorby Gard hatin gel hev.
Dawiya hefteya bihurê li paytexta Swêdê Stockholmê, bi pêşengiya Enstîtûya Kurdî ya li Stockholmê, komek helbestvan û dildarên helbestên zaraveyên Kurdî li salona ABF ya taxa Vorby Gard hatin gel hev.
Piştî rêzgirtina ji bo pakrewanan, serokê Enstîtûya Kurdî ya Stockholmê Kamran Simo Hedilî malavahiya beşdaran kir û got, “Em her sal vê çalakiyê dikin, armanca me anîna gel hev a zaraveyên Kurdî ye. Helbestvan, wêjehez û hezkiriyên helbestên zimanê me werin gel hev û ji ristên helbestên ji zaraveyên cuda guhdar bikin. Armanca me ew e ku bi çalakî û aktîvîteyeke wisa em dewlemendiya çanda zimanê me ya wêjeyî bi hev bidin nasîn.
Piştre jî hin helbestvan û dildarên helbestên Kurdî her yekî bi zaraveyê herêma xwe helbest xwendin.
STOCKHOLM