'Em nehêlin xwezaya me talan bikin'

Şemî 17 Kanûn 2022 - 00:29

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî got, heta Baxçeyên Hewselê neyên parastin, wê dijberiya şer jî neyê kirin.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de got; “Li Kurdistanê faşîzma AKP-MHP’ê şerekî berfireh dimeşîne. Ji artêşa xwe heta polêsên xwe, ji burokratên dewletê heta çeteyên xwe, ji hikûmetê heta muxalefetê her kes xistiye nav vî şerê berfireh. Saziyên dewletê li gorî rastiya vî şerî topyekûn hatine birêxistinkirin. Bi pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê, şerê xwe yê qirkirinê geş kiriye û ev şer pêl bi pêl belavî her derê kiriye. Ne hiqûqa navneteweyî nas dike û ne jî pergala hiqûqa wan heye. Di bin koordînasyona tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê de li dijî hemû zemînên civakî û jiyanî yên Kurdîtiyê vî şerî dikin.”

 

Dewlemendiya biyolojîk tine dikin

KCK di dewama daxuyaniya xwe de qala êrişên bi çekên kîmyewî û biyolojîk ên dewleta tirk a dagirker kir û got; “Hemû cureyên çekên kîmyewî û biyolojîk, ku li gorî pîvanên hiqûqî yên navneteweyî qedexe ne, li Kurdistanê bi kar tînin. Êrîşên li ser Rojava her ku diçe ber bi trajediyeke mirovî ve diçe. Heta ava gelê Kurd jî kirine parçeyek ji vî şerê bêexlaq. Bi şewb û birçîbûnê plan dike ku gelên Rojava tine bike. Ji ber wê her roj tenduristiya civakê, dibistan û qadên hilberînê yên jiyanê bombe dikin.

Şerê qirkirinê yê ku Başurê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di çarçoveya tevgera dagirkeriyê ya li ser Kurdistanê didome. Li ser navê "şopê li pey xwe nehêle" ew qas hovane tevdigerin ku heta cenazeyên leşkerên xwe jî dişewitîne. Di barbariyeke hovane her roj bi dehan caran çekên kîmyewî bi kar tîne da ku li erdnîgariya Kurdistanê şopa jiyanê nemîne. Her cihekî ku Kurd lê dijîn weke qada şer radigihîne, bi pozîsyona xwe ya şerê topyekûn xwezayê qir dike. Li herêmên Botan, Behdînan, Besta û Munzûrê xweza û daristanan qir dikin, bi Santralên Rojê re jî xwe amade dike hemû herêmên Kurdistanê dagirker bike.”

 

Baxçeyên Hewselê biparêzin

KCK derbarê baxçeyên Hewselê de jî got; “Li ser rêyên gerîlayan bendav hatin çêkirin da ku tevgera gerîlayên azadiya Kurdistanê asteng bike. Niha jî hewl dide ku nêzî 19 milyon metrekare erdên li bajarên Semsûr, Êlih, Çewlik, Amed, Elezîz, Erzîngan, Meletî, Mêrdîn, Mûş, Riha, Şirnex û Wanê yên Kurdistanê ku gerîla bi kar tîne û dikare van qadan bi kar bîne, bike erdên Santrala Enerjiya Rojê. Bi vî awayî dixwaze mirov li ser xwezaya Kurdistanê nemînin û di heman demê de qirkirina biyolojîk jî daniye ber xwe. Qaşo ev kes rektorê zanîngehê ye.  Diyar e wî ji budçeya zanîngehê sûd wernegirtiye û ji ber vê dixwaze beşeke qada zanîngehê ji îmar û rantê re veke.

Ji ber vê yekê divê em xwezaya xwe biparêzin û nehêlin Geliyê Dîcle bibe beton. Baxçeyên Hewselê bi hezaran salan wekî geliyê bereketê yê gelê Amedê hebû û divê hebe jî. Heta ku baxçeyên Hewselê neyê parastin, dijberiya şer wê pêk neyê. Heta ku mirov dijberiya şer neke, wê pergala ekolojîk a xerabûyî jî dîsa dewam bike.

Em destûrê nedin talan û dagirkeriyê

Ji bo vê jî divê hemû tevgerên li dijî şer, hawirdor û ekolojiyê bibin yek û bi têkoşîna yekbûyî ya gelan dawî li talankirin û qetlîama xwezaya Kurdistanê bînin. Divê em destûrê nedin Santralên Enerjiya Rojê û hilweşandina mîrateya me ya dîrokî.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.