Êdî dema gava siyasî û hiqûqî ye
Sêşem 28 Cotmeh 2025 - 03:45

Hevserokên Giştî yên DEM Partî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, li Hotêla Hîltonê ya Enqereyê têkildarî biryara vekişandina hêzên Tevgera Azadiyê ya Kurd a ji Tirkiyeyê û geşedanên dawî yên di pêvajoyê de, daxuyanî dan.
Di civînê de ewil Bakirhan axivî û anî ziman ku ew di demeke ku dikare berê dîroka Tirkiyeyê biguherîne de ne û got:“Pêr geşedaneke dîrokî çêbû. Helbet, em ji nişka ve negihiştin vê qonaxê. Ka em li çend mehên derbasbûyî, heta çendek rojan binêrin. Di 1’ê Cotmeha 2024’an de birêz Bahçelî di bin sîwana Meclisê de silaveke ku hînbûnên heyî serûbin kir da. Gava din jî di 27’ê Sibatê de hat. Dengê li Îmraliyê bilind bû, rêgeha pevçûnên zêdetirî 40 sal in didome guherand. Banga birêz Ocalan a çekberdanê û xwefesixkirinê ya li PKK’ê kirî, ne tenê bangek bû; bû qonaxe diyarker ku di hafizeya dîrokê de cih girt. Birêz Serokkomar hate cem koma partiya me û silav da û vê jî baweriya bi îradeya aştiyê xurt kir. Û piştre jî di 26’ê Cotmehê de, anku duh welatê me şahidiya gaveke gelek krîtîk û watedar kir. PKK a ku berê biryara xwefesixkirinê dabû, ragihand ku xwe ji sehaya Tirkiyeyê vekişandiye. Bi vê yekê re ji hemû cîhanê re got ku ew di çareserî û aştiyê de biisrar in. Ev biryar, deriyeke nû vedike û gaveke derfeta çareserî û aştiyê diafirîne ye. Ev biryara vekişînê, îfadeya herî şênber a biryardariya di rêya aştiyê de ye. Gava, baweriya bêdawî ya bi çareseriya demokratîk û siyasî ye. Bangekî xurt a ji bo serdemeke nû, ruhekî nû ye. Biryar ne tenê vekişîn e, her wiha gaveke xurt a ber bi pêşerojeke demokratîk ve ye. Ev gav, di heman demê de gava qezenckirina sedsala pêşiya me ye. Dîrok, vê şensê dide me; hewceye em vê firsendê ji dest nedin.
Gavên siyasî û hiqûqî
Heke em bikarin vê pêvajoyê rast birêve bibin; dê Tirkiye mînakeke ku pirsgirêk bi rêya guftûgoyê tên çareserkirin ku hêviyê dide mirovahiyê, pêşerojê ronî dike diyarî dinyayê bike. Em derbasî qonaxeke din a pir bêhtir krîtîk û jiyanî dibin. Ango dema avêtina gavên hiqûqî û siyasî û dema derbasbûna aştiya civakî ye. Ev qonax zehmet e lê ewqas jî watedar e.
Divê pêvajo, bi mafan, bi azadiyan pêş bikeve. Hewcehî bi xurtkirina zimanê siyaset û demokrasiyê heye. Divê hiqûq bibe bingeha aştiyê û edalet jî bingeha pêşerojê be. Hem biryara duh hatiye ragihandin hem jî di avêtina gavên din de rola biryardariya birêz Ocalan pir mezin e û vîzyona wî ya aştiyê rê li ber vê vekir. Di şert û mercên herî giran de jî her tim helwesta wî li gel çareseriya siyasî bû. Di qonaxa em gihiştinê de jî hewldan, pêşdîtin, israr û rola avakirina aştiyê ya birêz Ocalan diyarker e. Lewma jî, ji bo ku bikare bêhtir înîsiyatîfê li xwe bigire û rêyan veke, hewceye ev derfet jê re bên avakirin.”
Em derbasî qonaxeke nû bûn
Tulay Hatîmogûllari jî diyar kir ku ew di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de şahidiya kêliyeke pir kêmî caran tê dîtin dikin û got:“Ev kêlî, ne tiştekî rasthatî lê berhema îradeyeke saxlem a bi dehan sala ye didome û berhema kedê wê ye. Em niha derbasî qonaxeke nû dibin. Peywira me tevan a niha ew e ku em vê zemînê bi hûr û kûr birêsin û Tirkiyeyeke demokratîk bi hev re ava bikin. Heke em rast bixwînin, gavên dîrokî yên di nava salekê de hatine avêtin, ji bo komar di sedsala duyemîn de demokratîk bibe firsendên mezin ji me re çêdike.
Avakirina aştiyê ya bi ferasete entegrasyona demokratîk, mifteya deriyê ber bi komara demokratîk vedibe ye. Ev pêvajo ne tenê siyasî ye, her wiha pêvajoya veguherîna çandî û civakî ye. Hewceye kesek xwe li derveyî vê pêvajoyê nebîne. Divê li bendê nesekinin. Dibe ku fikr û nirxandinên me ji hev cuda bin. Dibe ku rexneyên me hebin. Ev, hêzê didin me. Banga me ji bo rewşenbîr, akademîsyen û nivîskarên li Tirkiyeyê heye; weke egereke berpirsyartiya li hemberî civakên Tirkiyeyê; tevî fikar û gumanan jî xwedîderketina li aştiyê pir biqîmet e. Banga me ji bo jin û dayikan e; birînên herî xedar ên şer we di dilê xwe de jiya û hewceye em jin bibin avakerên sereke yên aştiyê. Banga me ji bo ciwanan e; yên herî zêde bedel dayîn hûn in û em di wê baweriyê de ne ku hûn ê bi qasî ji dest tê xwedî li aştiyê derkevin. Avakirina aştiyê herî zêde li ser milê we ye.
Banga me ji bo dewlet û îktîdarê ye; bi qonaxa nû ya pêvajoyê re, bilez avêtina gavên siyasî û hiqûqî ji bo pêşketina pêvajoyê gelek girîng e. Em careke din dubare dikin; bendewariya civakê ji rêveberiya welat û Meclisê heye. Divê êdî dengê civakê were bihîstin.”
NAVENDA NÛÇEYAN












