• Bi diruşma "Efrîn a me ye", Yekitiya Hunermendan a Helebê bi boneya salvegera 4’an a dagirkirina Efrînê mîtîngek li dar xist.

Bi diruşma "Efrîn a me ye", Yekitiya Hunermendan a Helebê bi boneya salvegera 4’an a dagirkirina Efrînê mîtîngek li dar xist.

Mîtîng li meydana Cebanat a beşê Rojhilat ê taxa Şêxmeqûsdê bi amadebûna bi dehan endamên Yekitiya Hunermendan a Helebê hate lidarxistin.

Di mîtîngê de pankartên bi nivîsên "Efrîn a me ye û dê ya me bimîne", "Tirkiyê ya dagirker zarokên me qetil kirin, şûnwarên me talan kirin û bajarê me wêran kir", "18'ê Adarê roja dagirkirina Efrînê xaleke reş li eniya mirovahiyê ye" û "Na ji dagirkeriya Tirk a li Sûriyê re", şaxê zeytûnan û wêneyên şehîdên êrişên dewleta Tirk hatin hildan.

Hunermend Ehmed Xanê got, "Ev roj ji bo me û ji bo şêniyên Efrînê rojeke bi êş û reş e. Sekna me ya li vir ji bo Efrînê ye. Em soz didin ku em ê li Efrînê vegerin. Em ê çalakiyên xwe dewam bikin û ji bo rizgarkirina Efrînê li ber xwe bidin."

Paşê jî kilamek li ser azarên Efrînê yên dema koçberiyê got.

Çalakî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.

ANHA/HELEB