Cibe avêt wêne li xwe kirin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 16 Çile 2021 - 05:28

  • Serpêhatiya Memîk Kîbarkaya ya hunerî bi şivantî û beytariyê dest pê dike. Gava li Kurdistan û Tirkiyeyê beytarî kiriye, dirûvê ser û çavên mirovan gelekî tesîr li wî kiriye. Piştî wê wî dest bi xêzkirin û rengandina portreyan kiriye.  

CEYLAN ŞAHÎNLER
MA / ENQERE

Memîk Kîbarkaya, wêneyan bi teknîkeke xweser xêz dike. Ew tiliyên xwe weke firçe bi kar tîne û şêwekariyê dike. Ew ji bo hunerê xwe dibêje, "Hunerê min, serê tiliyên min e." Serpêhatiya wî ya huner jî bi şivantiya wî dest pê dike û bi beytariya wî dewam dike.  

Memîk Kîbarkaya li Bazarcix (Markaz) a Mereşê çêbûye û ji 7 saliya xwe heta 17 saliya xwe jî şivantî kiriye. Gava şivan bûye, bi heriyê li ser zinar û tehtan wêneyên bizin û karikan xêz kirine. Paşê ev yek jê re bûye meraq û daye pey vê meraqa xwe heta ku bûye wênesaz. Wexta kûçikê wî ji ber nexweşiya qidûsê, dimire, ew biryar dide bibe beytar û li Zanîngeha Firatê ya Xarpêtê Beşa Beytariyê kuta kiriye. Kîbarkaya niha li navçeya Batikent a Enqereyê dimîne û odeyeke xwe ya 9 metrekareyî ji xwe re kiriye atolyeya wênesaziyê. Heta niha wî nêzî 70 pêşangehî li dar xistine. 
 
Boyaxa dar û nebatan a dayika wî

Kîbarkaya, dibêje, gava dêya wî bi boyaxa daran û nebatan lûleyên sobeyê boyax dikirin, ev yek jê re bûye meraq û paşê daye dûv vê meraqê jî.  Kîbarkaya jî eynî wekî dêya xwe wêneyên xwe bi boyaxa rûnî, gûaj yan jî pastêlê çêdike. Kîbarkaya, dibêje, boyaxên pastêlê bi kêrikê hûrhûrî dike û paşê aveke kîmyewî ku wî ji xwe re peyda kiriye, lê dike û wan dike wekî heriyê. Kîbarkaya, vê boyaxê ne bi firçeyê, bi serê tiliyên xwe di kaxeza wêneyan dide. 
 
Firçe û tuwal lê heram e

Kîbarkaya tuwal û firçe li xwe heram kirine, û dibêje, "Hunerê min serê tiliyên min e."  Kîbarkaya, dibêje, gava beytarî kiriye li Anatolyayê û Mezopotamyayê gelek kes nas kirine û xetên ser çavên van mirovan bandor li wî kiriye û rabûye, dest bi çêkirina portreyên wan kiriye. 

Memîk Kîbarkaya behsa dîtina Fîkret Otyam jî dike: "Fîkret Otyam, pêşangeheke wêneyan li dar xistibû. Min ew nas kir. Dû re min wêneyên xwe rê wî dan. Pirr ecibandin. Ji min re got, tavilê dest ji karê xwe berde û tenê li ser wêneyan hûr bibe. Gotineke wî pirr bandor li min kir, 'Hemû ritbe û cibeyên xwe bavêje û tenê wêneyan li xwe bike.' Piştî vê gotinê, min ji bo teqawidbûyînê miracaet kir û di nava 3 rojan de teqawîd bûm." 
 
Portreya jina Şengalî

Di nav wêneyên Memîk Kîbarkaya de kevala jineke Êzîdî jî heye ku di kevalê de jina Êzîdî ji ber Fermana Şengalê reviyaye. Memîk Kîbarkaya, dibêje, gava îfadeya serçavê jina Êzîdî xêz kiriye, ev hîs lê peyda bûye: "Ê ku ev wêne çêkiriye, ne ez im. Kapîtalîstên, ên bûn sedema vî şerî ev wêne çêkirine. Hêsirên çavên mirovên li wir kirin sotemeniya tankên xwe. Ev ji ber hestiyariya hunermend e, hunermend divê hestiyar be. Ji lewra bi qasî hestiyariya xwe hildiberîne. Hunermend, ronahiyek e. Difikire. Hunermend, divê li ber xirabiyan hemûyan rabe. Hunermend, divê li dijî şer be." 
 
Dixwaze wêneyên xwe bide muzeyekê

Memîk Kîbarkaya, tîne ziman ku ji bo hunermend karibin berhemên xwe nîşan bidin, divê hejmara muzeyan zêde bibe û dibêje: "Di depoya min de gelek wêne hene. Dixwazin gişan bidim muzeyekê." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.