'Çavê Rastiyê' 12 salî ye

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 16 Cotmeh 2023 - 16:26

  • Rêveberê Kurdî yê Ronahiyê Mihemed Xanim: Em hewl didin bi rêya beşa xwe, zimanê Kurdî çalak bikin, bi pêş bixin, bigihînin xwînerên xwe û çandê li herêmê dewlemend bikin. Rojnameya Ronahî li kêleka erka xwe ya ronakbîriyê, hewl dide zimanê Kurdî bi pêş bixe û belav bike.

XALID ETÊ / ANHA / QAMIŞLO

Yekemîn dezgeha çapameniyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya nûçeyên xwe, şopandina bûyeran û xwendina rewşa siyasî, civakî, aborî û çandî ya herêmê, ev 12 sal in erka ronakbîrî û têgihîştîkirina civakê didomîne.

Rojnameya Ronahî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weşanê dike û 16`ê Cotmeha 2011`an li Helebê dest bi weşanê kir, wekî yekemîn dezgeha çapemeniyê ya herêmê tê hesibandin. Rojname bi rêya tora nûçegihanên xwe, derxistina hejmarên xwe bi zimanên Erebî û Kurdî didomîne.

Endamê rêveberiya rojnameyê Ebdurehman Mihemed dibêje, damezrandina Rojnameya “Ronahî” di Havîna sala 2011`an de, bi taybetî piştî destpêkirina tevgera li Sûriyeyê (Bihara 2011`an) bi armanca têgihiştîkirina civakê û peydakirina atmosfera azadiya nihêrîn û derbiranê, dayîna agahiyan û bilindkirina asta civakê ya siyasî û çandî çêbûye.

Ebdurehman Mihemed dibêje, “Avakirina civaka demokratîk-pirreng ku baweriyê bi jiyana hevbeş a pêkhate, ol û baweriyan tîne, pêdiviyê dibîne bi hebûna amûreke ku agahiyan bi dirustî û pisporî bigihîne civakê. Ev yek ji ber siyasetên rejîmên hikûmî yên li ser hev di civaka Kurd û Sûriyeyê de nebû. Li ser wê yekê desteya edîtoriyê ya rojnameyê ya 9 kesî hat avakirin. Di nava wan de kesên ji herêma Cizîrê, Heleb û Efrînê hebûn. Rojnameyê destpêkê heftane ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi navê Ronahî dest bi weşanê kir. Hejmara yekemîn a rojnameyê hejmara /0/ bû û ji 12 rûpelan pêk dihat. Salekê piştî damezrandina rojnameyê, pêveke bi navê Mizgîn (kovareke zarokan) hat derxistin û ev cara yekemîn bû ku li Rojava kovareke zarokan dihat derxistin.”

 

Mizgînê bê pere didin zarokan

Mehekê piştî derketina rojnameyê, bi taybetî di hejmara wê ya 5′an de û ji bo bersivdanda pirrengiya pêşniyazan, hejmara rûpelên Rojnameyê zêde bû û bû 16. Piştî kêmî salekê, careke din hejmara rûpelan zêde bû û bû 20. Di destpêka Çileyê 2015′an de weşana rojnameyê ji heftane bû nîv-heftane. Ji 30′yê Gulana 2018′an û vir ve weşana rojnameyê bû rojane. Lê ji ber nebûna çapkirinê bi awayekî rojane û derfetên kêm ên belavkirinê, rojname hefteyê 2 rojan weke kaxez, 3 rojan jî elektronîk derket. Her wiha beşên Kurdî û Erebî ji hev hatin cudakirin. Li kêleka wê jî Kovara Mizgîn ku mehane derdiket, êdî her 15 rojan carekê hat derxistin.

Ebdurrehman Mihemed wiha dirêjî behsa rewşa rojnameyê ya îro dike: "Niha rojname bi mijarên civakî, çandî, siyasî, aborî, jin, werzîş, tenduristî û wekî din dadikeve. Di hejmarên xwe de, li gorî felsefeya biratiya gelan û neteweya demokratîk, girîngiyê dide fikra hevgirtina pêkhateyên herêmê û êşên gelê herêmê."

Hejmara /0/ mîna îroj (doh) beriya 12 salan hate derxistin. Îro beşa Kurdî gihîştiye hejmara 1108. Nusxeyên her çapa Kurdî 3 hezar û 900 in. Kovara Mizgîn jî ku mehê du caran tê derxistin, heta niha 5 hezar kopiyên wê bêpere li zarokan hatine belavkirin.”

 

Dengê û rengê jinê ye

Endama rêveberiya Rojnameyê Bêrîvan Xelîl jî têkildarî rola jinê ya pêşeng di rojnameyê de dibêje: "Rola jinê di Rojnameya Ronahî de berçav e. Di rojnameyê de rojnamevan, edîtor û dîzaynvan, midûrên karên nivîsê yên jin hene. Rola rojnamevanên jin bi rêya reng û dengê jinê di civakê de diyarker e. Pênûsa jinê di Rojnameya Ronahî de xwedî taybetiyeke cuda ye. Jinan di rojnameyê de cihekî girîng girt; rûpel ji çalakiyên jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate veqetandin."

Li pêşiya berfirehkriina xebatên çapemeniyê yên rojnameyê ber bi çapemeniyeke armancker ve gelek astengî hene. Rojname hewl dide bi ruhê berpirsiyarî û bi hevkariya tevahî kadroyên xwe van astengiyan li pey xwe bihêle. Li ser vê yekê Ebdurehman Mihemed dibêje: "Rojnameya Ronahî bi xwespartina mîrasa şehîdan hewl dide xebata rojnameyê bi pêş bixe û bi rêya zêdekirina rûpelên hejmara xwe ya Erebî û zêdekirina hejmarên bi Kurdî, amadekirina dosya û raporên li ser êşên gel û gihandina wan ji bo aliyên têkildar û raya giştî ya cîhanê, hewl dide hejmara xwînerên li herêman zêdetir bike.”

 

Ji bo darîçavkirina Kurdî

Edîtorê beşa Kurdî ya rojnameyê Mihemed Xanim jî li ser rojnameya Ronahî dibêje, "Rejîmên li herêmê bi rêya qedexekirina ziman û çandê, şerê gelê Kurd kir. Vê yekê jî bandoreke mezin li zimanê Kurdî kir. Em hewl didin bi rêya beşa xwe, zimanê Kurdî çalak bikin, bi pêş bixin, bigihînin xwînerên xwe û çandê li herêmê dewlemend bikin. Rojnameya Ronahî li kêleka erka xwe ya ronakbîriyê, hewl dide zimanê Kurdî bi pêş bixe û belav bike."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.