"∞ Beridîn“ li Baselê behsa Efrînê dike 

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 20 Adar 2021 - 04:20

  • Pêşangeha Serdar Mutlu a bi navê "∞ Beridîn" li bajarê Swîsreyê Baselê heta 17´ê Nîsanê behsa Efrînê dike.

Pêşangeha Serdar Mutlu a bi navê "∞ Beridîn" li bajarê Swîsreyê Baselê 13´ê Adarê vebû.

Bi navê "A Narrative From Afrin" înstalasyoneke ji 3 beşan jî di pêşangehê de heye. Xelk herî zêde bala xwe dide vê înstalasyonê. Pêşangeh berê xwe dide hin aliyên çanda Kurdî, bi rengî bîra civakî, bi mîvanên pêşangehê re minaqeşeyekeê dike li ser çareseriya şerî û şêwazên avakirina aştiyê. Li ber rengê ku sembola Şoreşa Rojava ye, deng, dîmen û jêrenivîs hene.

Ji ber pandemiyê tenê komên ji 5 kesan dikarin bi dorê li pêşangehê bigerin. Berhem bêhtir ji hunerê têgehî ye, û li galeriya Lotstremarkê tên nîşandan.

Hunermend Serdar Mutlu ji elaqe û rexneyan razî ye, "Hem Kurdên hez ji huner dikin ên li dîasporayê û hem jî hunerhezên li Baselê ji min re gotin, ew razî ne ji pêşangehê. Kurdên akademîsyen, siyasetvan û ji beşên din ên civakî, yên ku li pêşangehê geriyan û elaqeyeke wan a taybet ji bo huner nîne jî, ji min re gotin, ew razî bûne ji pêşangehê." Serdar Mutlu got, ji ber ku yek ji armancên pêşangehê ew bû, Kurdên li dîasporayê bîne cem hev, ew razî ye.

Protestoyeke cihê mumkin e

Serdar Mutlu got, tişta ku di pêşangehê de ew herî zêde bextewer kirî ew e ku aliyê çalakger ê huner hat dîtin: "Em dibînin ku mirov weke vê nimûneya Efrînê, dikarin mijarên siyasî bi formên cihê, bi uslûbê hunerî minaqeşe bikin. Em dibînin ku têkoşîn bi awayên cihê jî dikare bê dewamkirin. Di nava kesên li pêşangehê geriyayî de nûnerên partiyên siyasî yên Ewrûpî jî hebûn. Me li ser mijarê agahî dan wan."
Pêşangehê 13´ê Adarê deriyê xwe vekir û wê heta 17´ê Nîsanê jî mêvanan bihewîne.

BASEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.