Belgefilma ˊPêşengên Şoreşêˊ

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 30 Tîrmeh 2024 - 00:12

Belgefilma ˊPêşengên Şoreşêˊ ya ku ji aliyê Produksyona Nefel ve hatiye amadekirin li bajarê Qamişlo hate pêşandan. Belgefilm cara yekemîn li ser ekranên Ronahî TV di Mijdara 2023`an de hatiye weşandin, ev cara duyemîn e li pêşberî xelkê tê pêşandan.

Bi sernavê ˊPêşengên Şoreşêˊ bi sponsoriya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li bajarê Qamişlo belgefilm hate pêşandan.

Bi dehan xelkê bajarê Qamişlo, endamên Rêxistinên Civaka Sivîl, Kongra Star, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) amade bûn.

Belgefilm ji aliyê Produksyona Nefel bi derhêneriya Dilcan Osman Oso di heyama 5 mehan de hatiye amadekirin.

Têkoşîna 6 şehîdên YPJ’ê

Di belgefilmê de derketina Şoreşa 19`ê Tîrmehê û têkoşîna 6 şehîdên pêşeng ji Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ên bi navê Jînda Ronahî li Efrînê 2013`an û Warşîn Cûdî li Tirbespiyê 2013`an, ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Şehîd Seydo Qamişlo li Til Birak 2014`an, Şehîd Serhed Qamişlo li Serêkaniyê 2013`an, Şehîd Lewend Qamişlo li Serêkaniyê 2013`an, Şehîd Devrem Qamişlo li Til Hemîs 2014`an, hatiye vegotin.

Armanc nîşandana şehîdan e

Piştî deqeya rêzgirtinê derhênerê belgefilmê Dilcan Osman Oso axivî û diyar kir ku çi kesê li axa welatê xwe bi xwîna xwe ava dabe û çi kesê xebat meşandiye pêşeng e. Armanc ji belgefilmê ew e derxistina berxwedana stûnên têkoşîna Rojavayê Kurdistanê ku ew şehîd bi exlaq, mirovahî û dilnizmiya xwe li her cihî navdar bûn.

Helbest hatin xwendin

Helbestvan Hesen Bavê Cûdî helbestek girêdayî welatparêzî û têkoşîna ku di nava Şoreşa 19`ê Tîrmehê de hate dîtin xwend.

Belgefilm cara yekemîn li ser ekranên Ronahî TV di Mijdara 2023`an de hatiye weşandin, ev cara duyemîn e li pêşberî xelkê tê pêşandan.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.