Zorê didin sûcên şer

Sêşem 22 Mijdar 2022 - 00:06

HPG´ê doh da zanîn ku artêşa Tirk a ku di êrişa xwe ya dagirkeriyê de tengav bûye, ji nû ve zor daye sûcên şer. HPG´ê got, artêşa Tirk a dagirker di 20’ê Mijdarê de çeperên şer 6 caran bi bombeyên qedexe û 11 caran jî bi çekên kîmyewî bombe kiriye. Gerîlayan jî bi çalakiyên xwe 5 dagirker kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Berxwedana dîrokî ya Gerîlaya Azadiya Kurdistanê planên dewleta Tirk a dagirker pûç kir. Artêşa Tirk a dagirker bi awayekî sîstematîk bikaranîna çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî pêş xistiye. Artêşa Tirk a dagirker di 20’ê Mijdarê de 6 caran bi bombeyên qedexe û 11 caran jî bi çekên kîmyewî çeperên şer bombebaran kir. Her wiha du caran bi balafirên şer, 34 caran bi helîkopterên êrişê, bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran Qadên Berxwedanê bombe kirin.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li hemberî van êrişan berxwedan û çalakiyên xwe didomînin. Di encama çalakiyên hêzên me de 5 dagirker hatin cezakirin.”

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:

 

Li Zê (Zapê)

20’ê Mijdarê saet 06:30 û 09:30’î de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê, tîmên me yên gerok du caran bi çekên navîn ên otomatîk li dagirkeran dan. Hate zelalkirin ku di derbên bi bandor ên hêzên me de 3 dagirker hatine cezakirin.

20’ê Mijdarê saet 11.00’an de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dan.

20’ê Mijdarê saet 16:50’î li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê tîmên me yên YJA Starê ve bi sekvaniyê dagirkerek ceza kir.

 

Li Metînayê

20’ê Mijdarê saet 16:00’an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên gerok bi sekvaniyê dagirkerek ceza kir.

20’ê Mijdarê saet 20:15’an, helîkopterên Skorsky dema ku xwestin dakevin Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên gerok li helîkopterê dan. Piştî derbên hêzên me, helîkopter neçar man ji qadê derkevin.

 

Sûcên şer ên dewleta Tirk

HPG´ê ji bo sûcên şer ên dewleta Tirk jî got, “Di 20’ê Mijdarê de çeperên şer ên Şehîd Çekdar ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 4 caran, çeperên şer ên Şehîd Serxwebûn ên li Qada Berxwedanê ya Çemço jî 2 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Di 20’ê Mijdarê saet 16:20’an de çeperên şer ên Şehîd Çekdar ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carek bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Hat tesbîtkirin ku rengê çeka kîmyewî ya ku hatiye bikaranîn zer e.

20’ê Mijdarê saet di navbera 09:00 û 18:00’an de çeperên şer ên Şehîd Felat ên li Qada Berxwedanê ya Sîda 10 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.