- Xwepêşandanên li Başûr li Silêmanî, Helebce, Kelar û Ranyayê dewam kirin. 15 endamên Dengên Nerazî li Silêmanî beriya çalakiyan hatin girtin. Li mizgeftên li Başûr di xutbeyên doh de hat gotin, xwepêşander ji bo mafê milet hemî têdikoşin.
Li Başûrê Kurdistanê, gel li dijî nedana mûçeyan, kêmxizmetguzarî, gendelî û polîtîkayên şaş li meydanan diqîrin. Doh jî li Silêmanî, Kelar, Ranya, Helebce milet li ser piyan bû. Li Silêmanî 15 endamên dengên nerazî beriya xwepêşandan dest pê bikin hatin girtin. Tevî astengî, êriş û zora rêveberiyê jî gel li ber xwe dide.
Li ser banga Kongreya Dengê Nerazî doh li ber derê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê tevî hemû astengiyan jî xwepêşandanê dest pê kir. Bi kombûna welatiyan re hêzên hikumetê mudaxeleyî girseyê kir û gule li wan reşandin û gaza çavsotîner hat bikaranîn.
Çalakî li Helebce, Ranya û Kelarê jî pêk hatin û welatî bi awayekî girseyî daketin qadan. Melayên mizgeftan jî piştgiriya çalakiyan kirin û xwestin hêzên asayîşê gule nereşînin.
Dengê nerazî xistin nezaretê
Kongreya Dengê Nerazî pêr bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê li seranserê Herêma Kurdistanê dest bi xwepêşandanê bikin. Beriya ku xwepêşandan destpê bike, li bajarê Silêmaniyê 15 endamên Kongreya Dengê Nerazî ji aliyê hêzên hikumetê ve hatin binçavkirin.
Kongreya Dengê Nerazî der barê armanca banga xwepêşandana seranserî Herêma Kurdistanê de diyar kiribû ku tenê xaleke wan heye û gotibû: “Daxwaza xwepêşandanên îro tenê xaleke, ew jî ‘Hemû pirsgirêkên siyasî, yasayî, îdare û aborî, çavkaniya xwe ji cihekê digrin, ew jî xirabiya desthilatê ye. Armanca sereke dawîanîna li vê hikumeta hizbî ye. Pêkanîna hikumetek ji kesên serbixwe şarezaye. Em weke pêşengên xwepêşandanê, ti post û pile naxwazin. Tenê ziman, çav û wijdanê xelkê dibînîn. Dagirtina vê valehiyê bi awayek rast, erkê me yê sereke ye.”
Li nimêja Înê piştgirî
Di mizgefta Şehîd Ebdula ya bajarokê Rizgarî de bang li berpirsan hate kirin da ku guh bidin daxwazên xwepêşandêran. Herwiha bang li hêzên hikmetê jî hate kirin da ku li xwepêşandêran nereşînin û hat gotin; “Xwepêşandêr daxwaza mafê we jî dikin, gule li wan nereşînin”
Melayê mizgefta Şehîd Ebdula, ya li bajaroka Rizgarî ya ser bi Herêma Germiyan Teha Germiyanî, di nimêja înê de behsa sedema xwepêşandanan û reweşa xirab ya welatiyên herêma Kurdistanê kir û da zanîn ku yek ji sedema xwepêşandanan, nebûna derfetên kar, rewşa xirab ya herêmê û îdareya xirab ya hikumetê ye.
ROJNEWS/SILÊMANÎ