Ev zirxê xweşik xemilandî, yê împaretorekî ye. Împaretorê dawî ku papayekî ew tacîdar kiriye. Em behsa Charlesê V´an yan jî bi navê wî yî Elmanî Karlê V´an dikin. Ew ji Xanedana Habsburgan e û sala 1519´an weke Împaretorê dawî yê “Împaretoriya Romayê ya Pîroz” hat hilbijartin. Ew warisê meliktiya Awusturyayê, melikê Spanyayê jî bû. Ew sala 1520´an li Elmanyayê hat tacîdarkirin û piştî bi deh salan jî li Romayê Papa Clementê VII´an ew tacîdar kir. 

Lê ev zirxê hanê beriya bavê wî bimire û ew bibe împaretor hatiye çêkirin, di navbera 1512 û 1514´an de. Ev zirx di çarçoveya pêşangeha The Last Knight (Şovalyeyê Dawî) de heta 5´ê Çileyê 2020´an li New Yorkê yek ji parçeyên herî balkêş bû. Ev zirx di nav zirxên împaretor de yek ji wan ên taybet bû ku bi zêr hatibû neqişandin.

Pêdiviya Karlê V´an bi zirx bi rastî çêbûye yan na, em nizanibin jî di dema hikumraniya wî de gelek şerên wî bi Fransa û Osmaniyan re çêbûne. 

Wî kariye artêşa Siltan Silêmanê Osmaniyan di dorgirtina li Viyanayê de 1529´an bişikîne, lê hukimraniya Osmaniyan li ser qismekî mezin ê Rojhilat û Navenda Ewrûpayê wê demeke dirêj dewam bikira. 

Ev împaretorê hanê wekî din jî xwedî dewrekê ye. Dijminê wê yê sereke ne Osmanî bûn, lê Melikê Fransayê, Francisê I´ê bû. Wî Francis gelek caran di şeran de têk bir. Cara ewil sala 1525´an di Muharebeya Pavia de wî artêşa Francisê I´ê şikand û ew jî êsîr kir. Belkî jî vê şikestinê kir ku Francisê I´ê gaveke heta hingê nedîtî bavêje. Wî bi Siltan Silêmanê Osmnaiyan re tifaqek kir ji bo mafên ticaretê li Derya Spî û her wiha şerê li dijî Karlê V´an. Vê peymanê tîcareta bi welatên Misilman re jî li Franseyê vekir. Tevî vê jî wê Francisê I´ê wê Nice bistenda lê ti carî li dijî Karlê V´an bi ser neketa. 

Axir ev zirxê hanê bi kêra Karlê V´an hat yan nehat em nizanibin jî, ji bo zirxekî, xemleke hêja ye. n FRANKFURT