Dayikên Kurd ên li Wanê der bûyerên li Başûrê Kurdistanê de nîgeran in û bi fikar in. Ji ber vê jî bang li Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kirin û gotin: “Heger şerek çêbibe zirar ê bigihê her kesî. Li ber birakujiyê rabe. Em bi yek bin.”
Meryem Abî, diyar kir ku li dijî liv û tevgera PDK’ê ye û bang li Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kir û got: “Bi destê xwişk û birayên xwe yên kurd bigire û alîkariyê bike.”
Besna Aydogan jî bilêv kir ku li dijî şer in û ji bo şerê birakujiyê çênebe bang li Barzanî kir û got; “Êdî bes e, em bi destê hev bigirin û bi yek bin. Bila ev şer bisekine, bila aramî çêbibe. Em giş xwişk û bira ne.”
Hatîce Akdogan jî anî ziman ku kurdên li parçeyan giş wekî hev in û got: “Barzanî doza çi li me dike? Heger Barzanî vê yekê bike dê zirar bigihê wî. Bila dest nede zarokên me. Bang li Barzanî û her çar perçeyên Kurdistanê dikim; Em li ku derê bin jî em xwişk û bira ne. Divê em bibêjin ‘êdî bes e.’”
MA/WAN