Li Silêmaniyê xwepêşandana welatiyan, mamosta û karmendan a li dijî nedayîna mûçe û rewşa xerab pêk tê. Dema ku xwepêşander ber bi Deriyê Sera çûn polîsan êrişî xwepêşanderan kir bi gaza îsotê û darên elektronîk. Ji ber gaza îsotê û êrişê hinek kes birîndar bûn ku di nava wan de rojnamevanên xwepêşandan dişopandin jî hene.
Piştî ku xwepêşander gihîştin ber Deriyê Sera ragihandin; “Desthilata diz û gendel e, em bendewariya reform û başbûnê li we nakin, lewma ji îro ve ‘Li ber Deriyê Sera ji îro ve şoreşa sivîl heta nehiştina desthilatê radigihînin.” Li ber Deriyê Sera xwepêşandan didome û berdewam dirûşmeya, ‘Birûxe hikûmet’ tê gotin.
Piştî destpêkirina xwepêşandanan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civîna Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê de ragihand ku wê ji sibê ve dest bi parvekirina mûçeyên karmendan bikin.
Bila desthilat birûxe
Welatî, mamosta û karmend li Silêmaniyê li dijî nedana mûçe û rewşa xirab ya Herêma Kurdistanê rabûn ser piyan. Di xwepêşandana li Silêmaniyê de jin bi awayekî ber çav amadebûn û pêşengtî kirin. Jinan di xwepêşandanê de diyarkirin ku ew ne ji bo mûçe hatine, dixwazin desthilat were rûxandin.
Mamostaya bi navê Bêxal Ehmed got, ew daxwaza mafê xwe û hemû civakê dike. Mamosta Bêxal got; “Hikumet malê me didize, ti hêviyek min bi vê desthilatê nemaye.”
Jina bi navê Kanî Mehmud jî da zanîn ku ew ji bo wergirtina mafê xwe tevlî xwepêşandanê bûye û got; “Ez ji bo desthilatê dibêjim, birûxe, ji ber ku we xelk kiriye qurbana xwe.”
Mamostaya jin Çiya Mihemed jî got, ew êdî dixwazin desthilat birûxe.
Jina bi navê Şine Elî jî xwest hukûmet birûxe û got; “Em ê pêşengiya vê şoreşê bikin, ji ber ku paşerojeke diyar ya vê desthilatê nîne û em tiştekî jê hêvî nakin.”
SILÊMANÎ