- Hunermendê ji Başûrê Koreyê, Young-Deok Seo peykeran çêdike. Peykerên wî tenê ji malzemeyekê ne.
Hunermendê ji Başûrê Koreyê, Young-Deok Seo peykeran çêdike. Peykerên wî tenê ji malzemeyekê ne. Ji bo karibe peykerên xwe çêke, zincîrên duçerxeyan bikartîne. Ew bi vê malzemeyê fîgûrên însanan çêdike, fîgûrên çêdike jî pirr baş in û serketî ne. Yanî ew van zincîran baş li hev ditewîne ango li hev rast dike. Anatomiya derdixe holê nêzî ya rastiyê ye.
Ji dûr ve weke ku peyker ji parçeyekî hesin hatibin çêkirin lê dema mirov ji nêz ve li peykerên wî dinihêre, mirov tê derdixe ku wî gelek zincîrên piçûk anîne ba hev û bi vî awayî peykerên xwe çêkirine. Wî ev zincîrên duçerxeyan jî bi zanebûn hilbijartine û weke semboleke têkiliya di navbera mirovan û pîşesaziyê de dibîne.
Young-Deok Seo dibêje, “Ev zincîrên ku ji bo karê xwe bi kar tînim, sînoran îfade dikin. Ev zincîr behsa têkiliyên jiyanên modern yên tevlîhev dikin. Her wiha derbarê azadî û tevgerê de jî dixwazim hin tiştan rave bikim.”
NAVENDA NÛÇEYAN