• Fermandar Zinar     Sîpan û fermandar Û Şahîn Gever di hefteya Newroza 2018´an li Qendîlê şehîd bûbûn. HPG´ê her du fermandarên şehîd bibîranîn û got, ew derwêşên demdem ên felsefeya Apoyî bûn. 

HPG'ê 2 fermandarên ku sala 2018'an li Qendîlê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anîn û got, "Di êrişa dijmin de ya li herêma Qendîlê, hevrêyên me şehîd bûn û bûn şehîdên Newrozê."

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de wiha hate gotin: "22'ê Adara 2018'an li herêma Qendîlê di êrişan de fermandarên me yên hêja hevrêyên me Zinar û Şahîn şehîd bûn. Ev hevrêyên me di her kêliyê de ji bo azadiya gelê me ked da û bi nirxên ku afirandin bûn kadroyên pêşeng ên partiya me PKK. Ji Bakurê Kurdistanê heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji wir jî heta bi çar aliyên welatê me Kuridstanê têkoşiyan, felsefeya Apoyî li her qada jiyanê ya gelê me belav kirin, mîna derwêşên hemdem jiyan û li herêma Qendîlê di êrişa dijmin de şehîd bûn, bûn şehîdên Newrozê.

Bila serê van malbatên me yên hêja û tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne;

Hevrêyê me Zinar li nava malbateke welatparêz a Tetwanê ji dayik bû. Sala 1993'an dema ku li Zanîngeha Erzîromê dixwend, bêteredût dest ji beşa Fransî berda û bû fedaiyê têkoşîna azadiyê ya gelê me. Ji Xakurkê heta Metîna, ji Qendîlê heta bi Zap û Serhedê li gelek qadan pratîkeke serketî meşand, weke milîtanekî mînak ê PKK'ê di demên herî giran de wezîfeyên navendî bi cih anî. Bi têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya nêzî 30 salan mîrateyeke bêmînak a têkoşînê li pey xwe hişt, bêteredût bû şopdarê felsefeya Rêber Apo, di nava jiyan û şer de bû navê fedaîtiyê.

Hevrêyê me Şahîn il gundê Şîşemzîn ê Geverê, li nava malbateke welatparêz a ji eşîra Mamxurî ya welatparêz ji dayik bû. Di sala 1998’an de li herêma Bajêrganê tevlî nava refên gerîla bû. Ji bo pêkanîna gerîlatiya serdema nû kedeke mezin da, ji bo lêhûrbûna xwe bike pratîkê û ji bo ku hevrêyên xwe jî bike tevgerê têkoşiya. Di jiyana xwe ya gerîla ya bênavber a 20 salan de ked, fedekarî û berhevbûneke bîrdozî mezin kir.

Hevrêyê me Şahîn bûye yek ji mînakên herî berbiçav ên milîtaniya Apoyî û ji bo ku her peywira xwe bi bawerî û îdîayeke mezin bi ser bixîne kedeke mezin da.  Hevrêyê me Şahîn rêya ku me ber bi serkeftinê ve bibe, nîşanî me da."

Zinar Sîpan (Bûrhanettîn Yagmûr), li Bedlîsê ji dayîk bûye, 22’ê Adara 2018’an li Qendîlê şehîd bû.

Şahîn Gever (Kemal Tûrgût), li Colemêrgê ji dayîk bûye, 22’ê Adara 2018’an li Qendîlê şehîd bû.

BEHDÎNAN